Serrûpel Nûçe Jan Dost bi kuştinê hate tehdîd kirin

Jan Dost bi kuştinê hate tehdîd kirin

Belav bike


Kesekî ku nav li xwe dike Riyad Mehmed, li ser Facebookê Jan Dost bi kuştinê tehdîd kir.

Kesê navborî di nameya xwe ya tehîdê de wiha nivîsandiye:

“Jan Dost tu dizanî ku tu mîna girêka kanserê yî, tu dizanî jî bê doktor chi ji girêkên kanserê dikin.

Admînê rûpela Jan Dost li ser Facebookê ji mêvanên rûpelê daxwaz kir ku kesekî di derheqê Riyad Mehmed de tiştekî bizanibe bila wan agahdar bike, ji bo ku dest bi riyên qanûnî li dijî wî kesî bikin.

Jan Dot yek ji nivîskar û romanivîsên Kurd yên li pêş e, gelek roman û pirtûk nivîsandine, di nava Kurdan de xwedan rêz e.

Ew ji rojavayê Kurdistanê ji bajarê Kobanî ye, niha li Almanya dijî, hemwelatiyê Alman e.

AVESTA KURD