Serrûpel Nûçe Şêx Meqsûd 5 kes hatine kuştin

Şêx Meqsûd 5 kes hatine kuştin

Belav bike

Hate ragihandin ku hêzên rejîma Baasê ku ev 8 rojin li dijî taxa Şêx Meqsud êrîşan pêk tînin. Îro carekî din Taxa Şêx Meqsud Rojava ji aliyê hêzên rejîmê ve hat bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di encama topbaranê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Artêşa rejîma Beşar Esad ji 29’ê adarê ve taxa Kurdan a li Helebê bombebaran dike. Heta niha derdora 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gor daxuyaniya YPGê, di encama şer û pevçûnên ligel rejîmê, derdora 40 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatine kuştin. Rûdaw