Serrûpel Nûçe “4 dewletên li herêmê rê nadine dewleteke Kurd“ (Vîdyo)

“4 dewletên li herêmê rê nadine dewleteke Kurd“ (Vîdyo)

Belav bike

Televîzyona Ulusal, bi Serodewletê Suriyê Beşşar Esed re hevpeyvînek çêkir û weşand. Esed, di hevpeyvînê de li ser mijara aşîtiya Kurd û Tirkan, rewşa Suriyê û a Rojava û avakirina Kurdistaneke serbixwe de nêrînin xwe anîne ziman.
Rojnamevan ji Esed dipirse, “hûn peyama Ocalan çawa dinirxînin?” Bersiva Esed: “Di vê mijarê de em ji agahiyên ku di çapemeniyê de derketine xeberdar in. Di destê me de agahiyeke fermî tine. Me berê jî lihevhatina Kurd û Tirkan destek kiriye. Nêrîna me a fermî ew e ku, em her tim dixwazin ku Kurd û Tirk pirsgirêkê çareser bikin. Em naxwazin zêdetir li Tirkiyê xwînê bibînin. Em naxwazin ku ev mesele bandoreke neyînî li herêmê bike. Ji bo vê jî em piştgiriyê didine çareseriyê. Kurd li vê herêmê unsûrekî eslî ne. Kurd ne koçber û mêvan in. Kurd li vira bi hezaran salane ku hene. Çareserkirina pirsgirêkê bi samîmiyeta Erdogan ve girêdayiye. Baweriya min qet bi Erdogan tine. Fikareyên mim hene û Erdogan sozên ku dide bicih nîne. Tenê şopa qezencên xwe yên siyasî dikeve.”
Rojnamevan dipirsin, “li Rojavayê Suriyê partiyeke bi navê PYD heye a ku bi PKKê re girêdayiye. Li Rojava PYDê kontrol xistiye destên xwe. Gelo di navbera rejîm û PYDê de têkiliyeke çawa heye?”
Esed vê pirsê wiha dibersivîne: “Dema ku li dewletekê alozî derdikeve, bona ku valatiya derketiye holê tije bikin, hin sazîbûn derdikevin holê. Vana çete jî dibin, hêzên siyasî jî dibin. Kesên ku dixwazin Suriyê dabeş bikin jî derdikevin. Lê vê em nikarin bixînine stûyê hemû Kurdan. Pirraniya Kurdan welatperwer in. Dixwazin bi Suriyê re jiyan bikin…”
Pirsa rojnamevan a ku Kurdistanê wek biçûk dibîne û dixwaze ji devê Esed tiştekî bigre jî wiha ye, “Niha li parçekî Iraqê re bi taybet peyva Rojava tê bikaranîn. Dixwazin li Iraq, Suriye, Tirkiye û Îranê xakê bigrin û Kurdistanekê ava bikin. Gelo hûn rîskeke avakirina Kurdistanekê dibînin?”
Esed bersiveke wiha da vê pirsê: “Wek min got, ji bo Suriyê ti girîngiya vê tine ye. Ji bo vê desteka gel pêwiste û ew jî tine ye. Ti dewlet qaîl nabe ku ji welatê xwe parçeyek bê veqetandin.”
Rojnamevan bi israr li esed dipirsin, “piştî midaxeleya Amerîka li Iraqê Herêma Kurdistana federel hate avakirin û ber bi dewletbûnê ve diçe. Heman tişt bona Suriyê, Tirkiyê û Îranê jî tê gotin. Gelo li herêmê Kurdistaneke mezin wê karibe ava bibe?”
Esed: “Ez bawer nakim ku bi vê mijarê re eleqedar 4 dewlet, Suriye, Tirkiye, Îran û Iraq destûrê bidine avakirina Kurdistanê. Îro li cîhanê dewlet dixwazin nêzika hev bibin. Sedsala ku em tê de dijîn, yekîtiya dewletan tîne ber me. Berevajiya vê tenê li herêma me pêk tê. Ev jî paşdamayina me nîşan dide. Çima em wek neteweyek bi hev re najîn. Ger ku em pêşiyê li van tiştana negirin, li herêmê di çarçoveya ol û nijadiyê de dewletên biçûk wê derkevin holê û ev jî nîşana şer e. 4 dewletên herêmê lazime her hemwelatiyekî xwe wek hemwelatiyekî eslî bibînin. Ji bo vê çi ji destên dewleta tên pêwiste bi cih bînin…”

AVESTA KURD