Serrûpel Nûçe “Erdogan dixwaze erebeyê bixîne pêş hespê“

“Erdogan dixwaze erebeyê bixîne pêş hespê“

Belav bike

Rojnameya Spanya El Pais, bi Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan re hevpeyvînek çêkir. Karayilan, pêvajoya ku didome a çareserkirina pirsgirêka Kurd nirxand. Karayilan wiha gotiye:
Serokwezîrê Tirkiyê  Recep Tayyip Erdogan, dixwaze erebeyê bixînê pêş hespê. Li Tirkiyê zêdetirî 2 hezar gerîlayên PKKê hene. Li derveyî Tirkiyê jî 5 hezar gerîla hene. Em dibêjin ku ev daxwaziya ne pêkan e. Pêvajoya çareseriyê didome, em niqaşan dikin. Gerîlayên ku wê çek berdin, teqawit nabin.”
Karayilan, ji radyoya Swêdê re jî axifiye û  wiha gotiye: “Di pêvajoya vekişîna gerîla a derveyî sînorê Tirkiyê de pêwiste Serokwezîr Erdogan garantiyê bide. Heta ku garantî neyê dayîn em gerîla venakişînine dersînorê Tirkiyê. Niha em ê di pêvajoya agirbestê û vekişînê a beşa ewil de ne. Di beşa duyem de wek makezagona Spanya, pêwiste Tirkiye makezagoneke ku hemû ol, bawerî, ziman û nijad xwe têde dibînin çêbike. Di qonaxa sêyemîn de jî pêwîstî bi standartbûnê heye.”
Karayilan anî ziman ku Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewrupa PKKê wek rêxistineke “terorîst” dibînin û Amerîkayê di sala 2009 an de PKK bi qaçaxtiya tîryakê tawanbar kiriye. Karayilan: “”Ev dereweke mezin e. Bêexlaqiyeke. Bila vê îdiayên xwe îspat bikin çima nikarin bikin. Gelê Kurd wek miletekî bona mafê xwe şer dike. Ji % 90 çalakiyên me yên siyasî ne. Tenê ji % 10 em çalakiyên leşkerî pêk tînin û vê jî ez wek çalakiya terorîst nabînim.”

AVESTA KURD