Serrûpel Nivîskar Hilbijartina serok Barzanî çima bû rojev?

Hilbijartina serok Barzanî çima bû rojev?

Belav bike


Di welatên sîstemê demokratîk ankû desthilata gel ji bo gel (abirahm lînkolî) serokê berê yê emerîka vê pênasê didit. Û xwedî destûrên berdwam û welatên serbxwe bêguman bi rêka pirosêsa hilbijartinên azad, di welatekê fire netewe û fire part û Aliyên sîyasî û civakî yên demokratîk da, her çar salan carekê desthelat jilayê welatîyan bi rêka dengdanê di kevit, destê, destheladaran û di bine nûnerên rasteqîn yên welatî û welatîyan.

helbet di vî warî da welatê me herêma me, ya di ezmûneka seretaiy da, û şoreş û berxwedanên welatê me ji bo parastin û bi dest ve înana mafên me yên neteweiy û sîyasî  û civakî, çandî û demokratîk bûn..

Lê bi nêrîna min hêşta em di qonaxên destpêkê da ne, û me pêdivî bi çend qonaxekên din jî ya hey ku em bibîne xwedî sîstemekê birêvebirin û îdarekrinê, ji ber hindê herêma me her tim rastî gelek alozî û astengên herêmî û îraqî û hundirî dibit.

helbet dê van qonaxan bi rêka welateky serbxwe û xwedî destûr û parastina mafên mirovî di çarçûvê qanûnên navinetewey û dadiperwerîya civakî da derbas kîn.

Bêguman îro em nebûyne xwedî welatekê serbxwe û xwedî destûrekê demokratîk yê berdewam û aram ku serwet û samanên welatê me di destê desthelata xwemalî da bin.. Û ji gef û alozyên herêmî û îraqî û qeyiranên nav xwey derbas bibîn û bibîne xwedî sîstem.

helbet ji ber çend sedemekan ez giring di bînim ku bazarên sîyasî li ser postê serokatîya kurdistanê nehêne krin ji berkû bo gelê me di gelek alîyan da giringe serok Barzanî, bo cend salekên dî jî bête hilbijartin, ji berkû di herêma me da ez kesekî din, di vî asitî da nabînim ku xwedî ezmûnên şoreş û berxwedan û Aliyên dîplomasî û sîyasî xwedî hîmekiy cemawrî bin.

Wekû xweya li cem dost û dujmnên gelê me, serok Barzanî ji malbateka mezin û şoreşgêr û netewepersta vî welatî têt, û rojekê ji rojan saziş li ser mafên neteweiy nekrîe belkû beruvajî her dem di rijdbûn li ser parastina mafên netewey û sîyasî û gerdûnî xwezay, û rêbertiyeka piraktîkî, û karzma î ji bo gelê xwe kriye, ji ber hindê dîsan em di qonaxeka ezmûnî da derbas di bîn û gelê me pêdivî bi mesûd Barzanî yekî he ye?

Ji berkû li ser astê kurdistana mezin pirsgirêk û doza kurdî ya berew çareseriyê bi rêkên aştîyane, di çit û li bakûrê, welatê me vê pirosesê bi rêka agirbesta ji aliyê serok Abdullah Ocelanî ve destpêkrî dergehê çareseriyê da ye vekrin û di vî warî da rolê serok mesûd Barzanî ji hemû kesekê din, zêdetire, ji berkû xwediyê wî pirojeye û xwedî desthelate, û bi rêka wî dê ev pirosêse zêdetir berew pêş çit û gav dê bo çareserkrina vê doza mezin di nav bera kurd û tirkan da bête avêtin bo, çareserkrinê,

Ji aliyê din, ve başûrrojavayê kurdistanê nîv nîve tête azadkirin û di kevîte jêr desthelata kurdî bo wê parca welatê me heger ne, bi saya mesûd Barzanî ba da îro, li wê, parçê xûna kurda bi destê kurdan jî hatba rijandin û da di qeyiraneka abûrî da bin. heger rojane çendîn kes ji bo parçeka nanî hatban kuştin da ya asay bit, ji berkû me bi xwe jî ev ezmûnên tehil û nexweş derbas kirîne.

helbet pirsgirêk û kêşeyên herêma me digel hukûmeta navendî gelek ji wan nehatine çareserkirin û belkû gelek ji wan bûyne asteng û girêkên kûre, heger kesekî wekû serok Barzanî di nav vî bazarî da nebît, dibît wî demî ev destkeftiyên me bi xûna bi hezaran şehîda bi dest ve anîn, bêxîne di metirsyê da û li dawiyê digel kesên beramberî xwe bi durîn. herwesan di astê herêma me da serok Barzanî bi awayekê azad û demokratîk bi rêka sinduqên dengdanê rastewxo gelê kurd yê hilbijartî û zêdey 70% ê deng bi dest anîne, û partîya demokrata kurdistanê  PDK,ku serok Barzanî rêberîya wê di kit roj bo rojê ya bi hêztir di kevit û bingehê xwe yê cemawrî û navneteweiy ya zêdetir lê kirî û zêdeiy 20  salane desthelata herêma kurdistanê piranîya wê di destê wê da ye.

Ankû reşnivêsê destûra herêma kurdistanê jî na bite rêgir û alternatîf ku rêkê li dûbare serokatîya serok Barzanî bigirit ji berkû hêşta projeye û ne hatiye pejirandin ji Aliyê parleman û welatiyên herêmê ve.. Di vî reşnivêsî da hatiye di maddeya (64) ku serokê herêmê dû caran maf heye postê serokatîya herêmê werbgirit, li demê karpêkrina vî destûrî!, ankû heger birgeka qanûnî bibîte rêgir jî, di karin sererast bikin ji berkû ne ayetên qurana pîrozin ku gorankarî têda nehête kirin. Ji ber van sedemên me amaje pêkirîn, gelê me pêdivî bi serokatîya Barzanî he ye û eger Barzanî bêjît: Postê serokatiyê werinagirim jî pêdviye desthelat û opozisyon daxwazê ji serok Barzanî bikin ji bo wergirtina vî positî heta gelê me ji vê qonaxê derbas dibit û bi aramî li ser xaka welatê xwe bijît…