Serrûpel Nûçe “Kurdistan pêşwaziya kompanyayê Alman dike”

“Kurdistan pêşwaziya kompanyayê Alman dike”

Belav bike
Di hevdîtina xwe de serokwezîr Barzanî got ku herêma Kurdistanê pêşwaziya kompanyayê Alman dike, ji bo ku werin li Kurdistanê kar bikin.

Hevdîtina di navbera Barzanî û konsol Rolf Olrisch bêhtir li ser pêwendiyên di navbera her du welatan de bû

Li ser xurtkirin û pêşvebirina wan pêwendiyan hate rawestandin.

Serokwezîrê Kurdistanê berî demekê serdana Almanya kiribû û ligel serokwezîra Almanya Angela Merkel û berpirsiyarên Almanya civiya bû.

Konsol ew serdan weke serdaneke girîng bi nav kir û hêvî kir ku ew bibe qonaxek taze ji bo pêwendiyên Almanya û Ewropa  ligel herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzan got ku herêma Kurdistanê amade ye hemû rengên piştgiriyê bide kompanyayên Alman ji bo ku li herêma Kurdistanê kar bikin.

Di dawiya hevîtinê de her du aliyan pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî nirxandin.

AVESTA KURD