Serrûpel Nûçe Dadgehê “Kurdistan” kire “Helîn”

Dadgehê “Kurdistan” kire “Helîn”

Belav bike

Dadgeha Esliya Hiquq a Hîlvanê, navê “Kurdistan” qebûl nekir û biryar da ku bila navê zarokê ku malbatê “Kurdistan” lê kiriye bê guherandin û navê zarok “Hêlîn” be.
Li bajarê Rihayê, malbata Yusuf Toprak û Elîf Toprak navê zarokê xwe “Kurdistan” lê kirin. Li ser nasnameyê jî, her çiqas gellek zehmetî kişandin jî, navê Kurdistanê nivîsandin. Lê Dadgeha Esliya Hiquq a Hîlvanê navê Kurdistanê qebûl nekir û xwest ku bila nav ne Kurdistan, Hêlîn be. Hinceta navê Kurdistanê qebûl nekirin jî dadgeh wiha îzah dike: “Navê ‘Kurdistan’ him ji bo zarok, him jî ji bo civakê navekî rencide ye, loma jî bila navê zarokê we Hêlîn be.”
Bi biryara dadgehê navê Kurdistan bû Hêlîn.
Bav Yusuf Toprak wiha dibêje: “Salan berê li bajarê Eskîşehîrê li nexweşxanê dayika min dihat dermankirin. Li odeya kêleka ku dayika min lê dima, navê jinekê “Tirkiye” bû. Wê demê min biryara xwe de ku rojekê zarokekî min çêbibe, ez ê navê zarokê xwe “Kurdistan” lêbikim. Li dadgehê dozger qet me guhdarî jî nake. Ji me re dîkte dike dibêje ‘an navê dayika xwe Zelo an jî Hêlîn li zarokê xwe bike.’ Dadgeh xwe dispêre xalen di derbarê navan de ye a 7 û 8 an lê, ew xalana ji bo paşnav in. Ez paşnav ne, navekî li zarokê xwe dikim…”
Dayik Elîf Toprak jî wiha bertekên xwe nîşan dide: “Dadgeh navê zarokê min bi xwe lê dikiye. Ma neheqiyeke bi vî rengî tê qebûlkirin? Li dadgehê mubeşîr ku dora kê be bi navê wan bang li wan dike lê dema ku dora me tê, mubeşîr navê ‘Kurdistan’ nade ser devê xwe û bi hejmara dorê bang li me dike…”

AVESTA KURD