Li eyaleta Siçuan a dewleta Çîn, bi mezinahiya 6.6 erdhejek pêk hat. Li gorî ragihandinên pêşiyê, di erdhejê de zêdetirî 100 kesî jiyana xwe wenda kirine û kêmtir 2 hezar kes jî brîndar bûne.
Li gorî nûçaya ajansa Şinhua, li bajarokê bajarê Yaan li Luşanê, bi seeta herêmî di 08.02 an de erdhej qewimiye. Bandora erdhejê li eyaletên derdorê yên wek Çonçing, Gansu, Şaanş, Guicou û Yunnan jî hatiye hîskirin. Erdhejê qasî deqîqayekê dewam kiriye. Navenda erdhejê di binî erdê de 50 kîlometre bûye.
Di sala 2008 an de jî, li eyaleta Siçuan, li herêma Vinçuanê bi mezinahiya 8.0 erdhejek pêk hatibû û di wê erdhejê de 87 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû.
AVESTA KURD