Li Amedê zanîngeheke ku bi temamî zimanê perwerdehiyê wê bi Kurdî be, ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve tê avakirin. Weqfa Mezopotamya, di nav mehekê de wê avakirina xwe temam bike. Xebatên di vê warê de dewam dikin. Piştî weqif avakirinê, wê rektorê damezrîner û heyeta mutewelî were tesbîtkirin û bi awakî fermî ji bo damezrandina zanîngeha ku zimanê perwerdehiyê bi Kurdî ye, serî li YOKê (Desteya Bilind a Hîndekariyê) bidin.
Di bingeha zanîngeha bi Kurdî de, tê plankirin ku, di pêşerojê de ligel Tirkî û Îngilizî, bi zimanên wek Ermenîkî û Suryankî jî perwerdehî bê kirin.
Di nav damezrînerên Weqfa Mezopotamya de, ku ji 255 kesan pêk tê, parêzvanên mafê mirovan, karsaz, akademisyen, rojnamevan û hunermend jî cih digrin.
Serokê Weqfa Mezopotamya Selîm Olçer diyar dike ku zanîngeh, wê xîtaba hemû gelên ku li herêmê dijîn bike.
Prosedora hiquqî a fermî a ji bo Weqfa mezopotamya di nav mehekê de temam dibe. Piştî avakirina weqfê, serî wê li YOKê bidin. YOK ku bipejirîne, mijar wê li Desteya Wezîran bê niqaşkirin û ji îmzeyan re bê vekirin. Li meclîsê ku pêşnûma bê zagonîbûn avakirina zanîngehê jî wê temam bibe.
Selîm Olçer tîne ziman ku, tenê ne zanîngeh, Weqfa Mezopotamya, wê li herêmê dibistanên pîşeyê, dibistanên navendî, dibistanên serete jî veke û ji bo vê jî xebatên di warê fîzîbilîteyê de hatine kirin. Armanc ew e ku li Kurdistana Bakur perwerdehiya pirrzimanî were kirin e.
AVESTA KURD