Rojnamevana rojnameya Tarafê Neşe Duzel, bi Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş re hevpeyvînek çêkir. Di hevpeyvînê de Demîrtaş bi zimanekî eşkere diyar dike ku, BDP qet serokatiyeke dîktatoryal qebûl nake.
Demîrtaş li ser pirsa “di navbera aştî û pergala serokatiya Tirkiyê de têkiliyeke çawa heye?” wiha bersivand: “Bi ti awayî têkilî tine. Şertê aştiyê ne serokatiye û nabe jî. Ez wek hevserokê BDPê eşkere dibêjim, ku di makezagonê de Kurdistana Xweser binivîsin jî, ku binivîsin bi Kurdî perwerdehî serbest e jî, tenê ku li hemberî vê di makezagonê de cih bidine xaleke ji bo serokatiyeke otorîter û zordest jî, em ji wê makezagonê re nabêjin erê. Ez hîn çawa eşkere îfade bikim. Aştî nayê welatekî ku tenê mirovek rêvedibe. Li cîhanê kîjan welat di bin pergaleke yek mirovî de aştî jiyaye? Gellek raye di destê Esed de hene, lê aştî li welatê wî pêk tê? Tiştê ku wê aştiyê bîne ne hemû raye di şexsê mirovekî de komkirin e, berevajî vê, pêwiste raye ji navendê belavî herêman bikî. Aştî ancax bi vî awayî tê. Aştî bi demokratîkbûnê tê.”
Pêşeroja Ocalan ne di rojeva me de ye
Demîrtaş pirsa, “ku Ocalan di hepsê de bimîne jî aştî wê dewam bike? wiha bersivand: “Ocalan dema ku rûbirû em hatine cem hev got, ‘ku îro deriyên Îmraliyê vekin û bibêjin derkeve, ez dîsa dernakevim. Çimkî ji bo pirsgirêka Kurd ez xistime vira. Ez mirovekî doza xwe me. Bi sedemên siyasî ez li vira têm girtin. Heta ku doza min a siyasî bi dawî nebe, ne ez dikarim ji vir derkevim ne jî pêwîstî bi derketina min heye. Ez pêvajoyeke ku li ser azadiya min hatiye pevxistin xetere dibînim. Ku kengî pirsgirêk çareser bû, wê demê girtîgeh bêwate dibe û wê wextê belkî ez ê ji vir derkevim. Ez naxwazim ku azadiya min derkeve pêş û were niqaşkirin, ez vê rast jî nabînim.’ Niha di niqaşên me de azadiya Ocalan tine û pêşeroja Ocalan em niha niqaş nakin.”
Pêwiste di navbera Îmrali û Qendîlê de rasterast temas çêbibin
Neşe Duzelê ji Demîrtaş pirsî, “name ji hev re nivîsandin wê bidome?” Bersiva Demîrtaş: Ev ne karê ku bi nameyan wê were meşandin e. Name karê me hêdî dike û gran dike. Pêwiste di navbera Îmrali û Qendîlê de temaseke rasterast hebe. Madem ku hûnê van mirovana ji çiyan daxînin, madem ku van mirovana xwe vekişandine û dike çekan berdin, wê wextê ji Qendîlê şandeyeke were bi rêbertiya xwe re li Îmraliyê wê rûne. Dewlet wê vê pêk bîne. Bi Ocalan re rasterast civîn lidarxistin û niqaşkirina rêvebirên rêxistinê pirr grîng e.”
Bila gav bi hev re bêne avêtin
Demîrtaş di hevpeyvînê de tîne ziman ku, “pêwiste rayagiştî ji bo demokratîkbûnê zorê bide hikumetê. Pêwiste xwe vekişîn û gavên demokratîkbûnê bi hev re bêne avêtin. Ji aliyêkî bila PKK vekişe, ji aliyekî jî reformên demokratîkbûnê divê pêk bên.”
Metirsiyên Qendîlê hene
“Metirsiyên Qendîlê hene. Qendîl dibêje, ‘ger ku hikumet ji aştiyê vekişîna me fêm dike, qeyraneke cidî wê derkeve. Aştî, çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Aştî demokratîkbûna Tirkiyê ye.’ Qendil vana dibêje.”
AVESTA KURD