AVESTA KURD – Hemwelatiyekî ku nû ji rojavayê Kurdistanê, derbasî başûrê Kurdistanê bû ye diyar kir ku li ser sînor ji rêwiyan re gelek astengî derdikevin.
Hemwelatiyê ku nexwest em nav eşkere bikin, got asayîşa li ser sînor, ya li aliyê rojava, gelek tiştên ji rêwî dixwazin bi xwe re derbasî başûr bikin, ji dest wan digire.
Hemwelatî got, wî ji dostekî xwe re penêr anîbû, asayîşa li ser sînor ew penêr ji wî stand û got ku pêwîstiya wan bi penêr heye û qedexeye ew penêr derbasî başûrê Kurdistanê bibe.