Serrûpel 2013 Nîsan

Arşîva mehane: Nîsan 2013

Îsraîl û Filistîn bi hev re li Tirkiyê rûdinin

AvestaKurd - Malpera îstixbaratê a Îsraîl Debka, xwe sparte radyoya fermî a dewleta Îsraîl û ragihand ku, di 11ê Gulanê de rayedarên Îsraîl û yên Filistîn, wê li Tirkiyê dest bi hevdîtinê bikin.

Li baxçê dibistanê êşkenceya polîsan

AvestaKurd - Li navçeya Amedê li Bismilê, polîsan li baxçeyê dibistanê li gellek xendekar, welî û mamosteyan êşkence kirin. 2 kes gran brîndar bûn û rakirine nexweşxanê. 4 kes jî hatin binçavkirin.

Peyama Ocalan a 4ê Nîsanê

AvestaKurd - Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, bi navbeynkariya şendeya BDP a ku doh li Îmraliyê ji wî re hevdîtin pêk anî, peyamek ji bo 4ê Nîsanê ji gel re şand.

Şahciwanên cîhanê li Diyarbekirê çi dikin?

AVESTA KURD - Şahciwanên Cîhanê li bakurê Kurdistanê ne, serdana Diyarbekirê kirin

“Yaziya min yaziya gelê min e”

…Û vê şevê xew nekete li çavên min. Di nava mitalan de evan xetên heval û hogirê minî hizkirî–Babayê Keleş notla pêtîyên li tendûra sincirî pêda bikî, dilê min dişewtandin û dax dikirin:

Ariç tehdîdkirina Jan Dost şermezar kir

Min bi xemxwerî di nûçeyeke Avestrakurd de tehdîtek li hember nivîskarê me ê hemdem Jan Dost xwend.

Li Efganistanê 46 kes hatine kuştin

AvestaKurd - Li Efganistanê êrîşeke xwekuştinê pêk hat. Di êrîşê de jê 12 polîs, herî kêm 46 kesa jiyana xwe wenda kirine û 100 kes jî brîndar bûne. Êrîş li bajarê Farahê pêk hatiye.

4. Şandeya BDPê çû Îmraliyê

AvestaKurd - 4. Şandeya BDPê a ku ji Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, Parlementerên BDPê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, îro çû Grava Îmraliyê ku bi Ocalan re rûnin.

Ji bo keçan li Efganistanê dibistan vekir

AvestaKurd - Aktrîsta bi navûdeng a Holywoodê Angelina Jolie, li Efganistanê ji bo keçên Efgan dibistana serete vekir. Di dibistana ku Jolie li nêzika paytext Kabîlê li gundê Tangi vekir de 300 keç wê perwerdehiyê bigrin.

Lîsteya Mirovên Aqilmend diyar bû

AvestaKurd - Lîsteya Mirovên Aqilmend yên ku wê piştgiriyê bidine pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd diyar bû. Di lîsteyê de nivîskar, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen cih digrin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com