Serrûpel Nûçe Ew li Venezuela niha wezîr e

Ew li Venezuela niha wezîr e

Belav bike

Li Venezuela di hilbijartinên ku piştî mirina rêberê efsanewî Hugo Chavez hatibûn lidarxistin de, şofêrê otobusê yê berê Nicolas Maduro wek serokdewletê Venezuela hatibû hilbijartin. Piştî hilbijartinan li welêt gellek bûyer derketibûn û hin kesa jiyana xwe wenda kiribûn.
Serokdewletê Venezuela Nikolas Maduro kabîneya hikumeta xwe eşkere kir. Di kabîneya Maduro da navê herî balkêş jina 32 salî Alejandra Benitez e. Benitez bû wezîra werzîşê.
Wezîra teze Benitez, di salên 2004,2008 û 2012 an de li ser navê welatê xwe di olimpiyatan de di beşa eskrîmê de Venezuela temsîl kiribû.
Ku çawa navê Alejandra Benitez eşkere bû, li Venezuela di çapemeniyê de sûretên wê yên ku berê kişandine yên tazî di çapemeniyê de bi awakî berfireh cih girtin û ev jî li welêt bû sedema tevliheviyeke nû.
Çapemeniya Venezuela Benitez wek, “wezîra seksî a Maduro”, “welêt xwe tazî kir” lanse kir. Di vê mijarê de wezîra wezîşê Benitez wiha xwe diparêze: “Cilûberg her tiştî dikare veşêre lê dema ku hûn ê tazî ne hûn bi xwe ne.”
Sûretên Benitez yên tazî, di sala 2008 an de berî olimpiyatan hatibûn kişandin.  
Di dîroka Venezuela de cara yekê ye ku jinek dibe wezîr.

AVESTA KURD