Serrûpel Nûçe Zimanê Kurdî dikeve hundirê saziyên dewletê

Zimanê Kurdî dikeve hundirê saziyên dewletê

Belav bike



Li gora vê yekê wê kurdên bakurê Kurdistanê bikaribin li nexweşxane, postexane, banke, saziyên ewlekariya civakî, daîreyên bacê û gelek cihên din bi zimanê kurdî xizmetê wergirin.

Tê ragihandin ku wê wergirtina xizmetê bi zimanê dayikê, di zagona bingehîn ya nû de jî cî bigre û ji bo vê yekê ji niha ve xebatkarên ku bi kurdî dizanin di saziyan de têne bicîhkirin.

Her wiha wê li gelek saziyan li kêleka tabelayên tirkî yên bi zimanê kurdî jî werin daleqandin.

Tê gotin ku wê ev xebat heta dawiya sala 2014 an li temamê Tirkiyê were kirin, lê ewê gavên yekemîn li herêmên kurdan werin avêtin.