Serrûpel Nûçe Adîl Kurt paşnavekî Kurdî li xwe kir

Adîl Kurt paşnavekî Kurdî li xwe kir

Belav bike

Paşnavê Parlementerê Colemêrgê yê BDPê Adîl Kurt êdî Zozanî ye. Adîl Kurt serî li dadgehê dabû ku paşnavê xwe biguherîne û şûna Kurt paşnavê xwe bike Zozanî.
Dadgeha li Enqerê a ku li dozê dinêrî daxwaza Adîl Kurt qebûl kir û paşnavê vî wek Zozanî pejirand.
Adîl Zozanî hîn ku nebûbû parlementer, di rojnameya Azadiya Welat de bi paşnavê Zozanî nivîs dinivîsandin.
Di dîroka meclîsa Tirkiyê de cara yekê ye ku parlementerek paşnavê xwe diguherîne û paşnavekî Kurdî dide xwe.   
Parlementer Adîl Zozanî di 6ê Berfenbara 2011 an de ji bo guherîna paşnavê xwe serî li dadgehê dabû. 
 
AVESTA KURD