Serrûpel Nûçe Çîçek: Ev demeke PKK derdikeve derveyî sînor

Çîçek: Ev demeke PKK derdikeve derveyî sînor

Belav bike

Serokê Meclîsa Tirkiyê Cemîl Çîçek, di bernameyeke televizyonê de behsa vekişîna gerîlayên PKKê a dersînorê Tirkiyê kir û got: “8ê Gulanê dîrokeke ferazî (sanal) bû. Ji ber ku ti tişt neqewimin ew dîroka hate diyarkirin. Heta niha gerîla vekişiyane, qet mereq nekin. Bona vê jî, li ser karekî ku pêk hatiye axaftin ne hewceye û ji bo 8ê Gulanê nirxandin jî îcab nake. Vekişîna kê ku pêwistbû, wana niha zûda xwe vekişandine.”
Tê zanîn li Qendîlê, Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, bi civîneke çapemeniyê, ku vê civînê li cîhanê deng vedabû, eşkere kiribû ku gerîlayên PKK wê ji 8ê Gulana 2013 an pê ve dest bi vekişîna dersînorê Tirkiyê bikin û derbasa Kurdistana Başûr bibin.

AVESTA KURD