Serrûpel Nûçe Binêrin çi hate serê serokan?!

Binêrin çi hate serê serokan?!

Belav bike
Partiya PYD civîna Hewlêrê boykot kir.

Li vegerê, şanda berpirsiyarên partiyên Kurd, rastî kontrola hêzên YPG (Yekîneyên Parastina Gel) ya ser bi PYD ve hatin.

Hêzên YPG, serok û sekreterên Partiyên Kurd, berpirsiyarên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û berpirsiyarên Desteya Kurdî ya Bilind, li ser sînor li aliyê rojavayê Kurdistanê, ew ji otomobîlê daxistin, û ew birin cihekî û lêpirsîn bi wan re kirin.

Hêzên YPG gotin ku ew wan nas dikin lê emir ji wan re hatiye ku ew wan ji otomobîlê daxînin û lêpirsînê bi wan re bikin.

Li ser vê kiryara YPG, sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro daxuyaniyek da û ji PYD xwest ku lêborîna xwe bixwaze.

AVESTA KURD