Serrûpel Nûçe Di 6 mehan de 7 şirketên derman hatine girtin

Di 6 mehan de 7 şirketên derman hatine girtin

Belav bike

Di civîneke çapemeniyê de Qeymeqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê Nîhad Letîf Qoce ragehand ku di şeş mehên borî de bi hevahengiya ligel Lijneya Şopandina Dermanên Xirap li Hewlêrê, karîne di nav bajêr de şeş kesan bigirin ku dermanên xirap firotine. Navbirî da zanîn ku du ji wan kesên girtî jî hatine dadgehkirin.

Li gor Nîhad Qoce, di hundirê şeş mehên borî de çar dermanxane hatine girtin, herwiha aliyên peywendîdar dest danîne ser dermanên çar dermanxaneyên din û 12 depoyên derman hatine girtin û dermanên di wan depoyan de jî hatine desteserkirin.

Nîhad Qoce eşkere kir ku 7 şirketên derman jî hatine girtin, aliyên peywendîdar dest danîne ser dermanê yekê ji wan û tabloya yekê jî anîne xwarê. Herwiha da zanîn sê qeçaxçiyên derman hatine girtin û cihekê doktoran jî hatiye girtin ji ber ku prensîpên pizîşkî binpê kirine. Bas