Serrûpel Nûçe “pirsgirêkên navxweyî yên YNK xeta sor e“

“pirsgirêkên navxweyî yên YNK xeta sor e“

Belav bike

Di hevdîtinekê de li gel rojnameya Hawlatî, Hêro Îbrahîm Ehmed wiha dibêje: “Behskirina postê serokomar bi kesekî din re yan jî ji bo min xwe ji postê serokomar re berbijar kiribe, gotinege bê bingehe. Ev kes û aliyên van gotinan belav dikin, maf dane xwe ku wiha bêjin.”

 

Hêro Îbrahîm wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ne bi wê yekê re bûm Mam Celal vî postî werbigire, vêca çawa ez.”

 

Hevsera Talabanî diyar kir ku mijara pirsgirêkên navxweyî yên YNK xeta sor e ji bo hemû aliyan û tenê em dikarin li ser baxivin.

 

Derbarê cil û bergên ku li Îranê li ber xwe kirî hevsera Talabanî wiha got: “Ev yek weke protokolekî bû, çawa dema min serdana Vatîkan kir, min cilên taybet li ber xwe kirin, vê carê jî her wisa bû.”

 

Di vî warî de Hêro Îbrahîm wiha got: “Yên ku di vê serdanê de ji cilên min ne razîbûn, çima dema ku min serdana Vatîkan kir tiştek ne gotin?” rûdaw