Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (13.05.2013) di rûpela xwe ya Facebookê de sebaretî salvegera bidarvekirina pêşmergeya kurd Leyla Qasim peyamek belav kir.
Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Di 39emîn salvegera şehîdbûna Leyla Qasim de, bi hezaran silav li giyanê pak ê wê jina leheng û hemû şehîdên rêka azadiyê dişînim. Şehîd Leyla Qasim sembola canfîdayî û xwebawerî û welatperweriya jina kurd ji bo parastina baweriya neteweyî û demokrasiyê ye.”
Serok Barzanî bidarvekirina Leyla Qasim wek “zalimane” nirxand û wiha anî ziman: “Lê şehîdbûna wê peyama serbilindî û berxwedanê bû li hember dujminê dilkevir û înkarger. Leyla wiqasî bilind e ku di dema bidarvekirinê de serê celladan li bin lingê wê de bû.”
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha şehîdbûna Leyla Qasim wek dersek ji bo hemû kurdan çi jin, çi mêr, çi genc û çi pîr zanî û wiha got: “Leyla Qasim cihê serfiraziya hemû gelê kurd e û divê heta hetayî em wê jibîr nekin, ji ber ku ew fermanê dide me ka em çawa bijîn.”
Leyla Qasim roja 27ê Kanûna 1950 li taxa Neftxane ya bajarê Xaneqînê li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Leyla sala 1974ê tevlî refên PDKê dibe û bi awayekî çalak beşdarî xebatê dibe. Leyla her di wê salê de ji aliyê rejîma Beis a wê demê ya Iraqê ve hat bidarvekirin. Rejîma Beis nehîşt termê Leylayê li zêda wê bê definkirin ji ber wê jî li bajarê Necef ê Iraqê hat definkirin. Rûdaw