Serrûpel Nûçe Ji BDP şandeyek diçe serdana Gulen

Ji BDP şandeyek diçe serdana Gulen

Belav bike

Şandeyeke BDPê a ku ji du parlementeran wê pêk bê, di meha gulanê de, dike biçe Amerîka Pensilvanyayê û li wira bi rêberê cemaata Gulen Fethullah Gulen re hevdîtinekê pêk bîne.
Li gorî îdiaya ku ji aliyê Rotahaberê ve hatiye bilêvkirin, piştî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di pêvajoya nû de tevgera Kurd hewl dide ku bi Fethullah Gulen re navbera xwe xweş bike.
Ocalan, bi rêya parlementer Sirri Sureyya Onder ji Gulen re peyamek şandibû û diyar kiribû ku, herî baş ew Fethullah Gulen fêm dike.
Fethullah Gulen jî di derbarê pêvajoya ku destpêkiriye de gotibû ku, ji bo ku rûmetiya netewî binpê nekî, dest jî tê maç kirin ling jî.”
Li gorî nûçeya Rotahaberê, di şandeya BDPê a ku wê biçe serdana Gulen de, Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP yê Amedê Altan Tan wê cih bigirin.
Ji bo serdana Gulen, BDP ketiye nav hewldanê û bi navbeynkariya kesayetên ku nêzikî Gulen in, daxwaziya hevdîtinê ji Gulen re ragihandine.
Di mijara hevdîtinê de Gulen hîn ti bersiv nedane BDP’yê.

AVESTA KURD