Serrûpel Nûçe Şûşe di serî zilam de da şikandin

Şûşe di serî zilam de da şikandin

Belav bike

Parlementerê Mûşê yê BDPê Sirri Sakik, li xwaringehê bi mirovekî ku jina li cem vî tacîz kiriye re girte hev. Sakik gazî parêzvanên xwe kirine û mirovê tacîzkar der kirine û şûşe di serê wî de şikandine.
Li gorî nûçeya ji Haberturkê Bedirhan Ozyigit bûyer wiha qewimiye: Sirri Sakik, doh êvarê bi jinekê re li Çankaya Enqerê diçe xwaringehekê. Mirovekî bi navê Cuneyt A. li kêleka masa wan her tim li jina li ser masa Sakik dinêre û tacîz dike. Sakik diçe cem tacîzkar û wî hişyar dike lê dîsa jî mirov ji kera xwe peya nabe. Sakik gazî parêzerên xwe dike û li xwaringehê tacîzkar dide ber sîleyan û şûşê di serê wî de dişikînin. Mirov radikine nexweşxanê. Tacîzkar raporê digre û diçe qereqolê Sakik gilî dike.
Sakik bûyerê piştrast dike û wiha dibêje: “Li Stenbolê mêvanên min hatibûn. Jin û keça hevalekî min ji bo ezmûnek hatibûn Enqerê. Min jî ligel malbata xwe ew birine xwarinê. Li xwaringehê li masa kêlekê hin kesên ku min nas nedikirin, bi seetan em tacîz kirin. Ez jî çûme masa wan û min ji wan pirsî ku hûn çima li me dinêrin. Ji nasnameya me re heqaret kirin û tiştên nebaş qewimîn. Xebatkarên xwarîngehê jî bi çavên xwe dîtin. Di derbarê bûyerê de gotinên derew tên kirin. Ez nizanim ku wana kî bûn.”

AVESTA KURD