Serrûpel Nûçe Li Helebê 50 girtî hatine kuştin

Li Helebê 50 girtî hatine kuştin

Belav bike

Girtîgeha Muslumiye bû hedefa topên rejîma Suriyê û hêzên Artêşa Azad. Di şer û pevçûnên di navbera her du hêzan de top li Girtîgeha Muslumiye a li Helebê ket û jê 10 Kurd, 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ragihandina malbatên girtiyan û şahidên bûyerê, li Helebê di navbera hêzên Artêşa Azad û rejîma Suriyê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.
Çend navên girtiyên Kurd yên ku li Girtîgeha Muslumiyeyê jiyana xwe wenda kirin eşkere bûn: Hesen Beşar, Lewend Hecî û Seydo (paşnav ne diyar e.)
Li derdorê girtîgeha Muslumiyeyê şerê dijwar yê di navbera her du hêzan de dewam dike. Li girtîgehê bi hezaran girtî hene û malbatên girtiyan bi endîşe ji qetlîameke muhtemel ditirsin.  Malbatan bang li rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî kirin ku bila vî şerî rawestînin.

AVESTA KURD