Serrûpel Nûçe Mafê perwerdebûnê bi zimanê zikmakî

Mafê perwerdebûnê bi zimanê zikmakî

Belav bike

 

UNESCO bi qedrekî bilind va mafê perwerdebûnê bi zimanê dayikê diparêze. Ji ber kû her zarok bi zimanê dayika xwe bi hêsanî dikare xwendin û nivîsandinê fêr bibe. Bona ku xelk vê yekê baş fêhm bikin, 21 Sebatê her sal fena roja mafê perwerdebûnê li rojhilatê, rojavayê û her derê tê pîrozkirinê.

Lê em baş dizanin kû, zarok bi hêsanî dikarin du zimanan bielimînin. Him jî ew vê yekê bi marîfetekî êcêb va bi kar tînin. Em dikarin bêjin kû, zarok dikarin bi du, sê, an jî çar zimanan perwerde û mezin bibin. Fena zarokên Îngîlterê, yên herêma Gallerê. Ew li wir Îngîlîzî û  Gallerî fêr dibin. Ez guhdarîya hevpeyvînêkî dikim, ya kû bi helbestvana bi nav û deng  Gillian Clarke hatîye çêkirinê. Bi kurtî wusa dibêje; ‘Dayika min nexwast ez di dema zaroktîya xwe da zimanê Galler’ê fêr bibim. Wê ez ji vê yekê bê par hiştim. Bona kû ev zimanê kêmnateweyekî bû û wê nedixwast ji bona hîn bûna vê zimanê ez bikevim nava

tengasîyan. Lê piştre bi îmkanên xwe ez fêrî ev zimanê bûme. Xweska min bikaribûya ev zimanê di dema zaroktîya xwe da fêr bibûma. Zarokên me îro bi du zimanan mezin dibin û aso ya wan ji yê me zêdetir dewlemend de. Fêrbûna zimanê Galler’ê  ne astenge ji ber hînbûna Îngîlîzî yê.’

Li Ewropa, 22 welatan de 458 ziman tên axaftinê. Lê ev hejmara zimanan li van welatan roj bi roj zêde dibin. Xên ji zimanên gewre, lehçe jî tên parastinê. Lê qedra mafê zimanên kêmnatewan jî her wusa tê girtinê. Mûhacir jî bi tevî xwe zimanê xwe tînin van welatan û neslekî nû him bi zimanê dayikên xwe û him jî

yê welatên kû tê de dijin ve mezin dibin.

Encam: Wê Ewropayekî  pir zimanî, çandî û di warê huner, felsefî, mîmarîyê de pêşketî çêbe. Hîn navendên bajêran kû rûniştvanên wan pir zimanî û çandîne, wê

bibin warên afirandinên fikrên nû. Lê bi gotinekî din îro li dunyê da 6000 zêdetir ziman henin. Nîvîya van zimanan wê di dawîya vê sedsalê de wunda bibin. Bi tevî zimanên kêmnatewan, çandên qedîm û destkeftên dîrokî û serborîyên mirovtîyê wunda bibin û biçin. 

Pitûkên min ku hatine wergerandinê dinihêrim wane gîhiştine 40 zimanan. Ji Îspanyolî bigrin heyanê Rûskî, Çînî heya Îbranîyê, her cûre ziman nav da hene, lê di nava wan zimanan de tenê zimanekî nîne. ‘Kurdî’.

Di welatê min de xelkê kû tevî min xwedanê heman pasaportin ji xwendina romanên min bi zimanê dayika xwe bêparin. Ne tenê romanên min, di nava edebîyata Tirkan de berhemên kîjan hostayê mezin helbestvan, kurteçîrokvan  bi kurdî hatine wergerandinê?

Ez mîsalekî bidim, xanimekî ji bajêra Mêrdînê ku baş kurdî bizanibe û xew û xeyalên xwe bi wî zimanî bike, dema wê bixwaze pitûka min bixwîne, fersendekî weha wê tu caran dest wê nekevin. Ev yeka ji bona me fena tiştekî wusa normal tê kû em qet napirsin, gelo çira?

Navenda lêkolînvanên çandî yên navnatewî di derheqa rewşa kurdan de xebatên baş dikin, ez karên hanê pêwîst dibînim. Wusa xuya dike kû kurd alîkarîya pêvajoya aşitîyê dikin. Ji kurdan gelek caran tê pirskirin bi tirsekî û fikirekî ne baş; gelo kurd çi dixwazin? Lê encama lêkolînan îro ji me dide zanînê kû, kurd mafê hemwelatîya wekhev dixwazin. Yên kû bersîvên erênî di vê derheqê de dane, ji  % 62.8, herêma otonom, % 15.1, federasyon jî % 7.8 xwastine.

Helbet ne tenê kurd, Ermenî, Elewî, Musewî, Rûm, Roman, kesên kû hem cînsên xwe hez dikin, ji ber kîjan sedeman dibe bila bibe, yên ku neheqî li wan tê kirin û helbet em jin jî mafên hemwelatîya wekhev dixwazin. Ango her tişt evqas ber çavane û ji bona me hemûyan girînge.

Encama lêkolînan de xuya dibe kû mafê perwerdebûna zimanê dayikê herî zêde hatîye xwastinê. Li Tirkîyê de qisekirina zarokan bi du zimanan ve welat paşve

namîne. Zarokên kurdan him zimanê dayikên xwe, him jî zimanê me yê mûşterek tirkî û him jî zimanê navnatewî wekî; Îngîlîzî, Fransizî û Îspanyolî wê

fêr bibin. Ev yeka wê me neçar ne,lê bi hêztir bike.

Bi zimanê xwe xwendina helbestan, nivîsandina romanan, xem û xeyal kirin, afirandina berhemên edebî tiştekî rewa û girînge ji bona her kesê. Fena kû pêwîstîya mirovan ji nan û avê ye.

 

Elîf Şafak

23 Gulan 2013

Haberturk

 

 

Werger: Suphî Aydin