Serrûpel Nûçe Li Şirnex du cinazeyên gerîlayên PKK hatin dîtin

Li Şirnex du cinazeyên gerîlayên PKK hatin dîtin

Belav bike
Li Şirnex welatiyan li ser rêya gundê Nîvavaya ku dikeve ber berpalên çiyayê Cûdî du cinazeyên bi naylonê pêçayî dîtin. Welatî piştî ku çav bi cinazeyan dikevin bi dest xwe re xeberê digihînin qereqola Cendermeyan a Madenê.
Qereqol piştî ku pê dihese yekîneyeka leşkerî dişîne cihê ku cinaze lê hatîn dîtin, piştî ku xeber li bajêr belav dibe Cîgirê Serokê Şaredariya Şirnexê Faîk Saltan, Serokê Navçeya Navendî Uzeyîr Kilinç, Serokê Şaredariya Bajarokê Vehsadê Sînan Uysal û gelek welatî jî diçin cihê bûyerê.

Leşker cinazeyan distînin û tînin Qereqola Madenê. Li gorî agahiyên bidest ketîn piştî raporta pêşîn ya mirinê ku wê li qereqolê bê amadekirin wê cinaze ji bo otopsiyê ji bo Bijîjkiya Edlî ya Meletiyê bêne şandin.


Li gorî îdîa û agahiyên ji devê xelkê her du cinaze jî yê gerîlayên PKK-ê ne ku di pevçûneka Sermaweza 2012an de jiyana xwe ji dest dane, dîsa li gorî agahiyan ji ser cinazeyan notek ku nav û nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dayîn tê de ne derketiye.


WALÎTÎ: JI SER MIRINA CINAZEYAN RE Jİ SALEKÎ ZÊDETIR WEXT DERBAS BÛ YE

Walîtiya Şirnexê, derbarê mijarê de daxwuyaniyek nivîskî da. Di daxwuyaniyê de hate gotin ku ‘piştî îxbara welatiyan ku li qeraxê rê du cinaze hatine dîtin, Serdozgeriya Şirnexê cinaze standine û bi dest xwe re  muemeleyên pêwist daye destpê kirin. Li ser muayenekirina cinazeyan derketiye holê ku salek ji ser mirina  cinazeyan re derbas bûye. Egera mirinê û nasnameya cinazeyan piştî otopsiyê wê derkeve holê û bê eşkerekirin.

DHA – Ebubekir KARATOPRAK