AVESTA KURD - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di vekirina nexweşxaneya 400 textî ya li bajarê Silêmaniyê peyamek pêşkêşî opozisyon û herdu partiyên desthilatdar kir. Nêçîrvan Barzanî guhdana hikûmeta xwe bi sektora tendirûstiyê diyar kir.
AVESTA KURD / Li berpalên çiyayê Cûdî li ser rê du cinazeyên bi naylonê pêçayî hatin dîtin. Li gorî agahiyan cinaze yê du gerîlayên ku li Sermaweza 2012an de di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dane ne.
AvestaKurd - Parlementera Êlihê a BDPê Ayla Akat Ata, di Konferansa Aştî û Demokrasiyê de, ku li Enqerê di 25 û 26ê Gulanê de pêk hat, bi Kurdî stran got.
AvestaKurd - Li Amedê li gellek firoşgehan formeyên Kurdistanê têne firotin û rasta eleqeyeke mezin tên. Li ser formeyan, rengên ala Kurdistanê kesk û sor û zer û spî û nivîsa "Kurdistan" heye.
AvestaKurd - Redhackê belgeyên Serokatiya Daîreya Îstixbaratê a Cenderme bidest xistin. Di belgeyên ku mora "bi dizî ye" li ser e de tê eşkere kirin ku tiliya rêxistina ji mixalifên Suriyê El Nusra di teqîna Reyhanliyê de heye.
AvestaKurd - Li Suriyê li ser rêya Heleb û Efrînê, ji aliyê komeke çekdar a girêdayî Artêşa Azad a Suriyê (AA) ve, nêzika 700 hemwelatiyên Kurd hatine revandin.
AVESTA KURD / Hate zanîn 21 ketîbeyên çekdar ên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şer ragihandin. Di nav wan de ketîbeya Selahedîn jî heye ku piraniya çekdarên wê kurd in.
Xwendevanên delal, nivîskara tirk Elîf Şafak xanim çend rojan berê ev gotara jêrîn nivîsî û rexne li kurdan dike ka çima romanên wê bi kurdî nayên wergerandinê. Bila ew dilê xwe ji me neşkîne, aha wergera nivîsa wê ji bona we pêşkêş dikim.
AvestaKurd - Hevserokê KCDê Ahmed Turk, serdana xwe a Amerîkayê bi Radyoya Dengê Amerîkayê re nirxand. Turk anî ziman ku ger
careke din Kurd bêne xapandin, a ku wê zirarê bigre Tirkiye bi xwe ye.