Serrûpel Nûçe Barzanî: Jiyana xelkê me ji hemû qonaxên berê baştir e

Barzanî: Jiyana xelkê me ji hemû qonaxên berê baştir e

Belav bike


Di merasîma vekirinê de, serokwezîr peyvek pêşkeş kir û got:

– Ez îro kêfxweş im ku, beşdariyê di vekirina pirojeyê Çavîland de ku, yek ji pirojeyên mezin yên bajarê Silêmaiyê ye û ji aliyê kompaniya Nalîya ve bi armanca berfirehkirina rîberê keskatiyê li bajêr hatiye avakirin, dikim. Ev pirojeyê dê gelek xizmeta warê tûrîzmê û xizmeta bajarê Silêmaniyê bike.

– Em, hikûmeta herêma Kurdistanê, amadene karhêsanî bo kompanî û sermayedarên navxwe, li gor qanûna sermayerazandinê li herêma kurdistanê, bikin. Bi a me gelek giringe sermayedarên navxweyî hilbirînê li herêma Kurdistanê bikin, çunkî ev yek ji rêyên rast yên bihêzkirina jêrxaniya aboriya Kurdistanê ye. Daxwazê ji hemû sermayedarên bajarê Silêmaniyê û bajarên din yên Kurdistanê dkim ku rola xwe di qonaxa geşkirina herêma Kurdistanê bilîz in.

– Eger em rewş û jiyana hevwelatiyên Kurdistanê ya îro digel berê miqayîse bikin, jiyana xelkê me ji hemû qonaxên berê baştir e. Xebata me jî ji bona pêşxistina welêt û bilindkirina sewyeya rewş û jiyana hevwelatiyên Kurdistanê û nehêlana kêmasiyan berdewam be. Derfetên karî, perwerdeyeke baştir, xizmetgozariyên saxlemiyê yên çaktir dabîn dikin, giringiyeke mezin bi gêncan didin. Me baweriyeke timam bi gêncên welatê xwe heye û em dê hewil din derfetên karî bo peyda bikin. Di vî warî jî de divê sektora taybet alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike.

– Ev pirojeyê tûrîmê ji aliyê sektora taybet ve hatiye avakirin, ev na karê hikûmetê ye û hikûmetê nekiriye, lê hikûmeta herêma Kurdistanê rolek mezin di dabînkirina jîngeheke minasib bo sermayerazandinê lîstiye. Vê jî dê tesîreke baş li ser jiyana xelkê herêma Kurdistanê hebe. Me pilana stratejîk ji bo pêşxistina warê tûrîzmê heye, pilana stratejîk ji bo vejandina sektora çandinê jî heye. Tûrîzmê roleke giring di diruskirina lihevguhertina kultur di navbera gelan de heye.