Serrûpel Nûçe Li ser çi li hev kirin?

Li ser çi li hev kirin?

Belav bike

Îro şandeke hikûmeta İraqê bi serokatiya Serokwezîr Nûrî Malikî û wezîrên kabîneye wî gehişte Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên din ên hikûmeta Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî gehiştina şanda Bexdayê, civîna Encûmenê Wezîrên İraqê li salona konferansan a Saed Ebdulla birêve çû, piştre Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan, di civînê de behsa aktîfkirina lijneyên di navbera herdu aliyan hat kirin ku berê hatibûn pêkanîn.

Piştre jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî civiyan. Piştî civînê di press konferansekê de naveroka civîn û serdana şanda Bexdayê bo Hewlêrê ji raya giştî re hat eşkerekirin. Destpêkê Serok Barzanî axifî û got: ‘’Ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatina şanda Bexdayê bo Kurdistanê serdaneke gelekî girîng bû.’’

Barzanî wiha axifî: ‘’Ji bo çareserkirina kêşeyan û dîtina mekanîzmayan me di wê hevdîtinê de li ser aktîfkirina lijneyên ku berê di navbera herdu aliyan de hatine pêkanîn û pêkanîna lijneyeke din a bilind lihev kir, ji bo vêna jî destûr di navbera me de dibe navbijên. Herwiha bi giştî me li ser çareserkirina wan hemû kêşeyên ku rûbirûyê İraqê bûne lihev kir û ji bo vêna jî em gehiştin wê biryarê ku hevkariya hev bikin.’’

Ji aliyê xwe ve Nûrî Malikî jî got: ‘’Serdana me ya bo Herêma Kurdistanê destpêka çareserkirina pirsgirêkan e, me biryar da ku hevkarî û hevahengiya hev bikin bo çareserkirina hemû kêşeyan, me di civînê de bê cudahî behsa hemû dosyayên İraqê kir ku peywendî bi hemû pêkhateyan ve heye.’’

Malikî tekez kir ku ew dixwazin rewşa İraqê aram bibe û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Aramî jî di berjewendiya İraqa federal û demokratîk de ye wek ku di destûrê de hatiye. Me di serdan û civînên xwe yên ligel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr de behsa serdana berê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê kir ku lijneyên hevbeş hatibûn pêkanîn. Ji bo vêna jî me li ser navê lijneyan bo çareserkirina hemû pirsgirêkan lihev kir, lê hemû pirsgirêk jî bi şev û rojekê çareser nabin, lê bi îradeyeke hevbe û karê hevbeş em dikarin çareser bikin.’’

Derbarê madeya 140 û çareserkirina pirsa navçeyên Kurdistanî yên derveyê herêmê jî, Malikî got: ‘’Me li ser çareserkirina pirsgirêkan lihev kir ka kîjan bikevin destpêkê, ger em rêzbendiyê bo pirsgirêkan nedeynin, em nikarin wan çareser bikin, wek mînak ger em bixwazin madeya 140 û navçeyên cihê nakokiyê çareser bikin, pêdiviya me bi du pêngavan heye; yek serjimêrî ye ku hikûmeta federal amade ye wê proseyê cîbicîh bike, pêngava duyem jî pêdiviya me bi destnîşankiirina sînorê parêzgehan heye, ji bo vêna jî Serok Mam Celal proje-yasayek dabû parlamentoyê, ger ew herdu pêngav bên cîbicîh kirin, çareserkirina wan pirsgirêkan asantir dibe.’’

Derheqe tazmînatkirina kesên ku di Enfal û Helebceyê de zerar dîtine, Malikî da zanîn ku ew piştgiriya vê proseyê dikin ligel tazmînatkirina hemû kesên zerar dîtine û wiha axifî: ‘’Lê ji bo vê meselê pêdivî bi amadekirina yasayekê heye, di civînên lijneyên navbera Hewlêr û bexdayê de jî behsa vê mijarê hatiye kirin, em ê hewl bidin yasayeke taybet û butçeyeke taybet veqetînin ji bo tazmînatkirinê.’’

Malikî piştgiriya xwe û hikûmeta xwe pêşan da bo wêya Helebce bibe parêzgah û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Helebce hêjayê wê yekê ye bibe parêzgah û em piştgiriyê li vê pêngavê dikin, pêdiviya vêna jî rê û şivîleyên yasayî heye, em ê hewl bidin ligel aliyên peywendîdar vê meselê yekalî bikin.’’ BAS