Serrûpel Nûçe Serokwezîr bingeha nexweşxaneyeke bi 100 textî danî

Serokwezîr bingeha nexweşxaneyeke bi 100 textî danî

Belav bike

– Bêguman yek ji karên pêşîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê, her ji kabîneyên berê yên hikûmetê û heta nuha jî, giringîdane bi pirsên xizmetên saxlemiyê li hemû deverên Kurdistanê. Şik di vê yekê de tune ku, di vî warî de pêşkeftinên ber bi çav bi dest ve hatine. Em înkar nakin ku, kêmasî jî hene, lê belê hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî dixebite ku, li sertaserî Kurdistanê xizmetgozariyên saxlemiyê pêş bixe.

– Em dibînin ku, roj bo rojê vekirina nexweşxaneya zêde dibe, karê xizmetgozarî baştir dibe û wezareta tendirustiyê di hemû waran de ji bona ku, sîstema saxlemiyê li herêma Kurdistanê bi awayekî bê guhertin ku digel standardên cihanî bigunce, kar dike. Pirosesê dest pê kiriye, bêguman, em nikarin bêjin ev pirosese bi şev û rojekê timam dibe, piroseseke berdewame û dibe gelek sal jê re pêwîst bin. Lê ya giring ku, ez dixwazim bêjim eve ku, em dê li herêma Kurdistanê bi hemû awayî bixebitin daku jîngeheke saxlem bo miletê xwe pêkbînin. Miqayîsekirina Kurdistana îro digel çend salên berê, di hemû waran de, di warê avadankirinê û di warê xizmetgozariyên tendirustiyê de pêşkeftinên baş çêbûne, lê şik tê de tune ku, wek berê jî me gotibû û carek din dibêjîn me welatekî wêran wergitiye, budceyeke tixûbdar (mehdud) me heye, em nikarin bi şev û rojekê hemû pirsgirêkan çareser bikin.

– Ya giring eve ku, xelik bizane hikûmeta herêma Kurdistanê weke xemoxoreke rasteqîneya miletê xwe, li ser hindê cidî ye bi hemû îmkanên xwe bixebite daku, di hemû waran de, ew kêmasiyên li herêma Kurdistanê hene çareser bike. Avakirina vê nexweşxaneyê jî hewilke din ya hikûmetê ye bo zêdetir xizmetkirina xelkî li hemû deverên cudayên herêma Kurdistanê.

– Ev nexweşxaneya me îro kevirê bingehîn bo avakirina wê dana dê bi 43 milyar dînaran bê avakirin û dê bi hevbeşî ji aliyê kompaniyeke xomalî û kompaniyeke tirkî ve bê avakirin. Ez hêvî dikim ku ev nexweşxaneye bibe cîyê pêşkeşkirina ximztên saxlemiyê bo vê deverê bi awayekê rêkûpêk.

– Bi navê xwe û bi navê Îmad Ehemd cîgirê serokwezîr, gerimtirîm pîrozbahiya li xelkê devera Berdereş dikim û hêvîdar im ev nexweşxaneye xizmetên baş pêkeş bike. Destxweşiyê li hemû sitafê wezareta saxlemiyê, rêvebirên giştî û qayeqem dikim.  Me di serdana xwe ya berî niha da soza çend pirojeyan bo deverê dabû, ew piroje di demek nêzîk de dê bikevin di warê praktîkê de.