Serrûpel Nûçe Kîjan partiya Kurd bi rêjîma Esed re dicive?

Kîjan partiya Kurd bi rêjîma Esed re dicive?

Belav bike

Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara

Rûdaw – Hewlêr

Rûdaw: Berî demekê Beşar Eesed derbarê mafê Kurdan li rojavayê Kurdistanê axifî. Te jî got ku Esed gerantî ye bo mafê Kurdan. Gelo li ser çi bingehê gernatî ye?

Umer Osê: Min ne gotiye Esed bo mafê Kurdan gerantî ye. Lê ji bo Kurdan, cîgirê vê rejîmê xirab e. Kurdan jî piştguh dike. Nerîna opozisyona Sûriyê, derbarê doza kurdî, ji ya rejîmê ne baştir e. Ev 50 sal in ku Kurd, ji ber projeyên şovînî, dinalin. Min herdem gotiye ku mana rejîmê bo Kurdan bixêrtir û baştir e ji vê opozisyonê. Ji destpêka krîza Sûriyê ve beşek ji mafên Kurdan eşkerebûn. Wek pêdana regeznameya Sûriyê û xwendina bi zimanê kurdî li zanîngehên Sûriyê. Ev bi fermaneke fermî ji aliyê serok Beşar Esed ve bû. Herwiha min li parlementoya Sûriyê mafê bingehîn û siyasî yê Kurdan diyar kir.

Gelo hikûmeta Sûriyê amadeye ku mafê otonomî yan mafê xwebirêvebirin bide Kurdan?

Niha keşûhewa guncaw e ku hikûmeta Sûriyê mafê otonomî bide Kurdan. Hikûmet amadeye danûstandinê bi Kurdan re bike. Di rêya min re û bi rênimaya Dr. Beşar Esed serokwezîrê Sûriyê xwest ku desteya bilind a kurdî yan EGRK yan ENKS bibîne, da ku Kurd dozên xwe pêşkêş bikin ku gelo doza otonomî yan

federaliyê û mafên kultûrî bikin. Bi awayekî eşkere bên nav vê proseyê û beşdariyê di danûstandina niştimanî de bikin.

Wate tu dibêjî ku rejîma Sûriyê amadeye mafê otonomî bide rojavayê Kurdistanê?

Dibe ku ne otonomî be. Lê belê awayekî ku nêzîkî otonomî be. Çiku otonomî mafekî mezin e ji bo Kurdan li Sûriyê.

Ev çi celebê otonomî ye?

Di nerîna min de, dewlet amade ye ku li ser 3 xalan danûstandinê bi kurdan re bike. Wek pêdana mafê rewşenbîrî li Sûriyê. Wiha jî di destûrê de, nîşan bi gelê kurd bê kirin. Herwiha beşdarbûna Kurdan di jiyana siyasî de. Li ser vê bingehê danûstandin destpê dike.

Vê demê te Esed dîtîye?

Berî 3 heftiyan me hevdu dît. Me li ser pirsa kurdî danûstandin kir. Doz li min kir ku pêwendiyê bi partiyên kurdê re bikim. Lê hindek ji partiyan diruşmên pirr mezin bilind dikin ku ne li gor rewşa Sûriyê ne. Wek pirsa federalî. Bi ser vê de jî mafê Kurdan e ku dewleta wan jî hebe.

Ku te Esed dît, wî amadebûna xwe nîşan da ku otonomiyê bide Kurdan?

Ez nikarim tiştekî dawî di vî warî de bêjim. Lê bera biraderên desteya bilind a kurdê bi herdu beşên encûmenan EGRK û ENKS bên her tiştî li ser maseyê deynin. Herwiha hemû dozên xwe bêjin. Hingê eger me mafê xwe wek kurd bidest xist, ew tiştekî baş e û bi dewleta Sûriyê re peymanê dikin. Eger dewleta Sûriyê her tiştekî ku Kurd doz dikin red bike, hingê em dikarin xwediyên helwêsteke xwe bin. Ez teqez dikim li ser wê yekê ku niha hikûmet ji bo pêdana mafê otonomî ne amadeye. Lê dibe ku ev destpêkek be ji bo eşkerekirina hemû mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê.

Gelo rejîm amade ye dikare di destûra Sûriyê de navê Kurdan bîne?

Na. Li bakurê Kurdistanê jî Kurd behsa vê nakin ku di destûrê de navê Kurdistan; hebe.

Esed amade ye ku bi partiyên rojavayê Kurdistanê re rûne?

Dr. Beşar Esed destpêşxerî (mubadere) kir û li ser bingeha gotara xwe komîteke wezarî ji 8 wezîran pêk anî. Serokê hikûmetê serokatiya vê komîtê dike ku doz li min kir ji partiyên rojava re bêjim da ku pê re bicivin.

Pirr caran hikûmetê soz daye ku welatnameya sûrî ji Kurdan re vegerîne, lê ev prose berdewam nebû. Çima?

Rast e. Hikûmeta Sûriyê heta niha helwêstên şovînî dijî Kurdan diyar kirine. Kurd herdem jî bêbeş kirine û sitemkarî li wan kiriye. Bera vê carê jî wê ezmûn bikin. Bi xwe ziyana wê nîne.

Esed dixwaze bi partiyên kurdî re bicive. Tu wek kesayetiyekî nêzîkî rejîma Sûriyê, zanyariyên te hene ku niha partiyên rojavayê Kurdistanê bi rejîmê re di pêwendiyê de ne?

Bi rastî biraderên tevgera kurdî li Sûriyê, ku hindek ji wan di nav opozisyona Sûriyê de ne, pirraniya wan ji min bêhtir berpirsên hikûmeta Sûriyê dibînin. Lê ez eşkere bi hikûmetê re dicivim. Ew bi nihênî.

Bi kê re dicivin?

Bi berpirsên asayişî re. Bi wezîran re. Tew serokkomar jî dibînin.

Kîjan partiya kurdî pêwendiyên wê bi rejîmê re hene û pê re dicive?

Gelê Kurd li Sûriyê dizane. Hindek partî hene dibêjin Umer Osê peyeyê dewletê ye. Ev ne rast e. Ez ji her kurdekî bêhtir zerermendê siyasetên şovînî yên dewleta Sûriyê bûm. Temenê min 54 sal e. 50 salî ez jiyaneke tije zordarî dijîm. Dewleta Sûriyê tiştek nedaye min. Ez hewl didim ku bi siyaseteke eşkere û objektîv bi hikûmeta Sûriyê re tevgerê bikim.

Li navçeyên kurdnişîn, PYD ji aliyê leşkerî û reveberî ve serdest e. Gelo Esed derbarê PYD çi dibje?

Bi rastî pêwendiyên PYD bi dewletê re ne asteke bilind de ne. PYD partiyeke xwedî şehîd e. Silavên min ji wan re hene. Dixwazim tiştekî girîng ji te re bêjim. Esed pirr jê re girîng e ku li navçeyên kurdnişîn şerê Kurd û Ereban dernekeve. Ev ne propagende ye bo Esed. Wî bi xwe yekser ev gotin ji min re gotiye. Hindek berpirsên şovînî yên partiya Be’s a Sûriyê hene, dixwazin dewlet êrîşî ser Kurdan û navçeyên wan bike. Lê Esed razî nabe.

Berî salekê te serdana Silîmaniyê kir. Gelo ejendeya vê serdanê çi bû û te kî dît?

Ez weke kesayetiyekî kud, serbixwe hatim Silêmaniyê bi banghêşta YNK. Ez dixwazim serdana Hewlêrê jî bikim. Başûrê Kurdistanê welatê min e. Ez xwedî şehîd im jî di şoreşa PKK de. Di serdana Silêmaniyê de, min cenabê serok Talebanî dît. Herwiha me bi hev re behsa rewşa Sûriyê kir. Rêz û silavên min jê re hene, ku niha li Almanyayê çareseriya bijîjkî jê re tê kirin. Herwiha rêzdariya min ji cenabê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re heye.

Esed derbarê berpirsên Herêma Kurdistanê bi te re axifî. Nerîna Esed li ser wan çawaye?

Dema min Dr. Beşar Esed dît, ji helwêstên serok Talebanî û serok Barzanî pirr razî bû. Di vê dema çûyî de li tendirustiya Serok Mam Celal pirsî û di rêya ofîsa YNK re li Şamê nameyek jê re şand.

Tu wek endamê parlementoya Sûriyê, danpêdanê (îtîrafê) bi wê yekê dike ku perçeyeke Kurdistanê heye û di bin destê Sûriyê de ye?

Erê. Ji aliyê prînsîpî ve qebûl dikim ku ev perçeyekî Kurdistanê ye û bi ser Sûriyê ve vebûye. Li parlementoya Sûriyê min bi zimanê kurdî sûnd xwar, ku ev di dîroka parlementoya vî welatî de derneketiye. Lê Kurdistana Sûriyê ji perçeyên din ên Kurdistanê cudatir e. Ji ber ku navçeyên me, ji aliyê cografî ve, ji hev cuda ne û ne hevgirtî ne.