Serrûpel Nûçe Vîdyoklîpa Şêx Ebdulselamê Barzanî hate kişandin

Vîdyoklîpa Şêx Ebdulselamê Barzanî hate kişandin

Belav bike
Şêx Ebdulselamê Barzanî

Mewlayê min, semyanê min
Rêberê min rêzanê min
Şêx Ebdulselam şêxê min
Te qurban ruh û canê min
(Serbend)

Li Barzan defên zahidan
Coş xurûşa mirîdan
Nora ezel geşbû li şêx
Cezbên dêwane û mirşidan
***
Hemberî zorya zordaran
Şêx bû yawerê hejaran
Temen kêmê berhem gelek
Ew peyrewê pêxemberan
*** ================
Hatin şêrwanî û mizorî
Gerdî û herkî dolemerî
Fedrasyona Barzan çêkir
Digel berojî û nizarî
***
Ew fedrasyona eşîran
Bingehê wê tekya Barzan
Şêxî kir hêzeka zindî
Bo hemû şoreşên kurdan
*** ================
Civak rêxist, jîngeh parast
Li her gundî çêkir civat
Ol û mezheb bêy cudahî
Tirazî kir doza welat
***
Bi rê û meşqan hemwarkirin
Bi hizra (Xanî) karkirin
Şêxî ji bo doza welat
Mirîdên xwe çekdarkirin
*** ================
Li Duhok xaka Behdînan
Şêx kombû digel eşîran
Rêberê hizra netewî
Bingehên xoseryê danan
***
Ji bûna pênasa kurdan
Daxwaznamek daye sultan
Lê Stanbulê wekî (îsyan)
Daxwaza şêxî li qelemdan
***
====================
Ji Qocanis, li Hekarî
Çû Nehrî û Rosya tezarî
Li Teflîsa Gurcistanê
Bo welat xwezt alîkarî
***
Bilindbû dengê deholê
Rom kefte kar û pêkolê
Hatin Barzan dagîrkirin
Ordî hatin ji Stanbulê
***
====================
Bigrin berden werne rêzê
Nabin maf nabin bêy hêzê
Ji çeqmaqa tivenga şêx
Bilind geşbû gurrya têzê
***
Sufî û zahid û mirîdan
Qolên dêwane û egîdan
Li serê (Bazê) û (Şirîn)î
Tomarkir meztirîn dastan
***
====================
Xudênasî, çakî û viyan
Bi azadî pêkvejiyan
Peyama şêxî belavbû
Dadperwerî ji bo hemyan
***
Lê mixabin destên gemar
Destên kurdên xiyanetkar
Şêx û çend mirîd di xew da
Girtin dane destê neyar
***
====================
Wêran wêran, dunya wêran
Deshelata alîosman
Li Mosilê şehîdkirin
Çend mirîd û şêxê kurdan
(Bêy ritim)
====================

Piştî hat û kir xizmet
Bilindkir ala terîqet
Xudanê Barzan hekîm bû
Jêk vavartin ol û dewlet
***
Li ser wê rêbaza ciwan
Rêberên me hajot karwan
Meşa dewletbûnê vegirt
Li her çar alya Kurdistan

Text : Edîb Çelkî
Awaz : Ji awazên derwêşî yên kurdî
Stirandin : Rêkêş Seyranî

Hannover : Meha 12 dawya sala 2004 ê (Bîrhatina 90 salya şehîdbûna rêberê kurdê mezin Şêx Ebdulselam Barzanî)

Ronkirina çend peyvan :
– Şêx Ebdulselam Barzanî (Birayê mezinê Mela Mistefa Barzanî) digel du-sê mirîdên wî, li sala 1914 li bajarê Mosilê, bi biryara deshelata waliyê dewleta Osmanî hate sêdaredan û şehîdkirin.
– (Sofî. Zahid. Mirîd. Dêwane) Eve rêzbendîya bilindbûna cih û mertebên pyrewên şêxên Barzanin (Ji despêkê bo dawyê) li gorey terîqeta taybeta neqşebendî ya wan.
– Cezbe : Bihalçûna sofî û Xudênasa di zikr û eşqa Xudê da.
Nora ezel : Nora Xudê. Ezel (Anku : Her hebû û dê her hebît. çi despêk û çi dawî bo
nînin) êk ji sîfetên Xudê ye.
– Isyan : Gunehkirin, yaxîbûn, eşqîbûn, dijatiya deshelatê.
– (Qocanis) gundê Marşemun rêberê ashoriyan.
– (Nehrî) gundê şêxên Nehrî yê. Şêx çûbû herdu gundanên navbûrî û harîkarî jê xwastibû.
– Rosya Tezarî : Rosya qeyserî.
– Teflîs (yan : Tiblisi) : Paytextê dewleta Gurcistanê ye. Şêx çûbû wêrê û nwînerê tezarê Rosya dît û ji bo doza gelê kurd daxwaza harîkaryê jê kirbû.
– Xudan (yan Xudanê Barzan) : Sahib û mezinê milletî. Li barzan ev nave tenê ji bo çar kes û zatên mezin dihête gotin, ku evin :
Êk : Şêx Ebdulselamê yekê.
Du : Kurê wî Şêx Muhemmed.
Sê : Kurê wî Şêx Ebdulsemaê duyê (Ku ev helbeste li ser wî hatiye nivîsîn)
Çar : Şêx Ehmedê Barzanî, ku birayê Şêx Ebdulselamê duyê ye.