Asayîş dibêje, li gund sîlehên weke Doşka jî hebûn, û kesên ku hatine kuştin çekdar bûn.
Ji aliyê xwe ve Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek da û têde ew êrîşa çekdarên PYD li ser gundê Til Xezalê ya ser bi Kobanî ve şermezar kir û weke komkujiyekê bi nav kir.
Aliyên siyasî, jî dibêjin tiştên ku PYD-YPG dike, ne raste, çi dibe bila bibe jî mafê çekdarên PYD tune ye xelkê sivîl bikuje.
Xelk dipirse, eger mesele ne siyasî û tirsandina xelkê be ku ne li ser riya PYD ne, eger mesele çandina Heşîşê be, gelo hêzên ser bi PYD ve, heval û dostên xwe jî dikuje ku Heşîşê diçnin û difroşin?
AVESTA KURD