Serrûpel Nûçe Serokwezîr: Pêşketina rast di xwendinê de ye!

Serokwezîr: Pêşketina rast di xwendinê de ye!

Belav bike

Li bajarê Silêmaniyê, îro (29.06.2013) kampûsa nû ya zankoya Silêmaniyê hat vekirin.

Di merasima vekirina kampûsê de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û diyar kir ku hefteyekê beriya niha girêbesta çêkirina kampûsa zankoya Selahedîn a Hewlêrê hat îmzekirin û niha jî kampûsa zankoya Silêmaniyê tê vekirin û wiha axivî: “Ev jî nîşana wê ye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyê dide çîna genc û xwendekaran ku hêvî û rêber û serkirdeyên me yên paşerojê ne.”

Serokwezîr Barzanî ragihand ku terxankirina bûdceya vê projeyê û gelek projeyên din ji aliyekî ve nîşan dide ku hikûmet çiqasî girîngiyê dide perwerdeyê û ji aliyekî din de jî nîşan dide ku hikûmet soz û peymanên ku daye welatiyan, cî bi cî dike.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ji bo perewrdeyek modern çi pêwîst bike dê bikin û destnîşan kir ku divê plan û bernameya xwendin û fêrkirinê were guhertin û li şûna wan bername û planên herî baş bên danîn û asta xwendinê were bilindkirin.

Nêçîrvan Barzanî got ku pêşketina rastî ya welat û civakê di xwendin û fêrkirina bi asta bilind de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa berxwedan û dîroka xebata bajarê Silêmaniyê jî kir û wiha pêde çû: “Silêmanî hêjayî hemû xizmetekê ye, ji ber ku xebat û berxwedana bajarê helmet û qurbanî cihê şanaziya hemû Kurdistanê ye û çi ji bo vê deverê were kirin nabe dilopek ji deryaya qurbaniyên ku vê deverê ji bo azadî û berxwedanê ye.”

Di merasima vekirina kampûsa zankoya Silêmaniyê de her wiha xanima yekem a Iraqê Hêro Îbrahîm Ehmed, serokê parlamentoya Kurdistanê Erselan Bazîz, hejmarek wezîr, mamostayên zanko û mêvanên din amade bûn.

Kampûsa zankoya Silêmaniyê bi bûdceya 337 milyon dolar û ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye çêkirin.