Serrûpel Magazîn Tatlises dîsa li Hewlêrê ye

Tatlises dîsa li Hewlêrê ye

Belav bike

Vekirina Fuara Mal a Navnetewî ya Hewlêrê, berdevkê rêveberiya herêma Kurd Sefin Dizai,Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadi û Hunermend Îbrahim Tatlises bihev re pêkanîn.

Tatlises li vê derê projeya hezar û 628 malan ên ku li Zahoyê çêbike jî pêşkêş kir.

Tatlises: “Heta îro karên min kirî ti caran min nexwest ez bilêvbikim. Çimkî ez hatim xapandin. Di karên dihatin kirin de imzeya min hebû lê ez bixwe tune bûm. Mirovekê hertim ez xapandim. Ev mirov derewîn derket. Piştî ku li min xistin, wî mirovî hezkirên min bikaranî. Ji bo min tu alîkariya wî tune bû. Hemî kes wî nasdike, kê ye, çi tişt e hemî kes dizane.”

Tatlises axaftina xwe wiha domand: “Niha şûnde proje yên min in. Piştî vê demjimêrê gelê Iraqê layiqê ya herî baş e. Em jî dixebitin ku ya herî baş çêbikin. Tevahî xîreta me ev e.”

Bi ser pirsa ku dê kengê konserê bide? Tatlises wiha got: “Konsera xwe ya ewilî ez ê li Erbîlê bidim. Lêbelê li vê derê cihek ewqas fireh tune. Çimkî bi hezaran insan dê bên. Em ê bi vî awayî dewletê jî, bixin zorê, ewlehî, parastin tiştek gelek zor e.”

Fuara ku ji 6 dewletan 48 fîrmayên înşaatê tevlîbûyî, dê heta 30 hezîranê bidome. Xeverên Kurdî