Serrûpel Nûçe Barzanî yasayê îmze nake

Barzanî yasayê îmze nake

Belav bike


Piştî du salên pejirandina herdu proje yasayên dirêjkirina demê parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê ku roja 30.06.2013an li parlamentoya Kurdistanê hatin pejirandin, guftûgoyekî zêde li pey xwe anî. Herdu yasa 02.07.2013an gihişt serokatiya Herêma Kurdistanê. Bi vê yekê jî tenê du roj li pêşiya serokê Herêma Kurdistanê maye, gelo wê yasaya dirêjkirina dema serokatiya xwe ji bo du salên din bipejirîne yan na.

Endamekî polîtburoya YNKê ji Rûdawê re got: “Barzanî ragihand ku pejirandina wê yasayê bi wî awayî ji min pir giran e.”

Wî endamê polîtburoya YNKê nexwest navê wî bê eşkerekirin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Herî dawî Barzanî razî bûye yasa venegere parlamentoyê û red nake.” Navbirî wiha got: “Bi agehdariya herdu polîtburoyên PDK û YNKê, Barzanî wê yasayê îmze nake. Li gor yasaya parlamentoyê jî ger serokê Herêma Kurdistanê di nava 15 rojan de wê yasayê îmze neke, wê demê bi awayekî otomatîkî wê wekî pejirandinî bê danîn û wê bikeve di warê cibicîkirinê de.”

Şêwirmendê serokatiya parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher jî ji Rûdawê re wiha got: “Mafê serokê Herêma Kurdistanê heye ku heta 17.07.2013an bersivê bide. Ger nepejirîne jî, wê li gor yasayê wekî pejirandî bê hêjmartin.”

Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hîwa Mîrza Sabîr jî ji Rûdawê re got: “Heta kêliya dawiyê em daxwazê ji serokê Herêma Kurdistanê dikin ku yasayê red bike û vegerêne parlamentoyê.”

Hîwa Mîrza Sabîr wiha got: “Biryare di vê heftiyê de hersê aliyên opozisyonê bicivin. Emê di wê civînê de helwesta xwe li ser meseleya pejirandina yasayê eşkere bikin.” rojevakurd

Endamekî polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yasaya dirêjkirina dema serokatiya xwe îmze nake, lê li gor yasayê parlamento wê bipejirîne. 

Piştî du salên pejirandina herdu proje yasayên dirêjkirina demê parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê ku roja 30.06.2013an li parlamentoya Kurdistanê hatin pejirandin, guftûgoyekî zêde li pey xwe anî. Herdu yasa 02.07.2013an gihişt serokatiya Herêma Kurdistanê. Bi vê yekê jî tenê du roj li pêşiya serokê Herêma Kurdistanê maye, gelo wê yasaya dirêjkirina dema serokatiya xwe ji bo du salên din bipejirîne yan na. 

Endamekî polîtburoya YNKê ji Rûdawê re got: “Barzanî ragihand ku pejirandina wê yasayê bi wî awayî ji min pir giran e.”

Wî endamê polîtburoya YNKê nexwest navê wî bê eşkerekirin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Herî dawî Barzanî razî bûye yasa venegere parlamentoyê û red nake.” Navbirî wiha got: “Bi agehdariya herdu polîtburoyên PDK û YNKê, Barzanî wê yasayê îmze nake. Li gor yasaya parlamentoyê jî ger serokê Herêma Kurdistanê di nava 15 rojan de wê yasayê îmze neke, wê demê bi awayekî otomatîkî wê wekî pejirandinî bê danîn û wê bikeve di warê cibicîkirinê de.”

Şêwirmendê serokatiya parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher jî ji Rûdawê re wiha got: “Mafê serokê Herêma Kurdistanê heye ku heta 17.07.2013an bersivê bide. Ger nepejirîne jî, wê li gor yasayê wekî pejirandî bê hêjmartin.”

Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hîwa Mîrza Sabîr jî ji Rûdawê re got: “Heta kêliya dawiyê em daxwazê ji serokê Herêma Kurdistanê dikin ku yasayê red bike û vegerêne parlamentoyê.”

Hîwa Mîrza Sabîr wiha got: “Biryare di vê heftiyê de hersê aliyên opozisyonê bicivin. Emê di wê civînê de helwesta xwe li ser meseleya pejirandina yasayê eşkere bikin.”

– See more at: http://www.rojevakurd.com/medya_kurdi/rudaw/13605-Barzan-mze-nake-dirjkirina-dema-serokatiya-xwe-dipejirne.html#sthash.ZdKW5GuH.dpuf