Serrûpel Nûçe Karayilan li ser Kongreya Netewî çi got?

Karayilan li ser Kongreya Netewî çi got?

Belav bike


‘DAXUYANIYA HEFTEYEKÊ, JI BER NAME NEHATIBÛ DAYÎN BÛ’

Herkes dizane ku mîmarê vê pêvajoya Rêber Apo ye. Lê belê Rêber Apo hînê di binê tecrîdê de ye, di şert û mercên ragirtinê de ti guhertin tineye. Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê dawî li tecrîdê bihata û mercên wî bihata guhertin. Her weha pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Tevî ku daxwazên wî yên di vî warî de nehatine bersivandin jî, Rêber Apo ji bo rêveçûna pevajoyê di nava hewldanên mezin de ye. Der heqê kar û barên qonaxa duyemîn de nameyek ji dewletê yek jî ji tevgera me re nivîsandiye. Ji heyeta çû gel wî re gotiye “Eger nameyê nedin we, ev tê wê wateyê ku naxwazin gavê biavêjin.” Demek di navberê de derbas bû û name nehat dayîn. Ji ber ku name nehat dayîn, me jî di panêleke piştî kongreyê de ragihandin ku eger hikûmet di helwesta xwe ya berê dewam bike, di nava hefteyekê de guhertinan neke, wê ev pêvajo bixetime. Ji ber ku dest danîn ser nameyê û nedan me, me ev tişt gotin. Me li wê derê gotinên vala ne gotin, me gef li kesî jî nexwarin, me rastî yekser anîn ziman. Ev name jî piştre ji me re hat dayîn. Eger name nehatibûya dayîn, wê pêvajo bixetimiya. Em dixwazin pêvajoya Rêberê me daye destpêkirin, bi ser bikeve. Lê ev pêvajo li ser lingekî nameşe. Divê dewlet û hikûmet berpirsyariyên dikeve ser milê xwe bicih bîne.

EM DIXWAZIN PÊŞÎ LI PÊVAJOYA NAMEYAN VEKIN

Rêberê me di vê nameyê de, ji bo pêvajoya baştir bimeşe, der heqê kar û barên dewlet dikare bike de, nêrînan tîne ziman. Hin mijarên ku dewlet karibe derbarê de bi hêsanî gavan biavêje û baweriyê bide tevgera me, tîne ziman û avakirina 8 komîsyonan pêşniyar dike. Ev; Komîsyona Huqûq, Komîsyona Sosyo-Ekonomîk, Komîsyona Mîsakî Mîllî, Komîsyona Azadiya Jinê, Komîsyona Ekolojî, Komîsyona Civaka Sivîl, Komîsyona Ewlekariyê, Komîsyona Şopandin û Lêkolînkirina Rastiyan e. Di rêya çareseriya pirsgirêka Kurd de hewldanên cidî yên Rêber Apo hene û divê dewlet jî bi vê cidiyetê tevbigere.

Rêberê me dixwaze bi van hewldanan re pêşî li pêvajoyê veke. Karên divê em û dewlet bikin, ji nû ve tîne ziman. Bi vê yekê re hewl dide bi dewletê gavan bide avêtin û fikar û gumanên me jî ji holê rake. Em hêvîdarin dewlet wê di vê mijarê de rast nêzîk bibe û li gorî pêvajoyê gavan biavêje. Em weke tevger, di rewşeke zelal de ne. Em li pişt projeya Rêberê me pêşkêş kiriye ne.

EM NE LI PIŞT ŞOREŞA ROJAVA NE, EM LI GEL ROJEVA ROJAVA NE

YPG di nava şer de ava bû û xwe mezin kir. Hemû êrîşên li dijî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pûç kir û bi parastina deskevtiyên şoreşê re, ji dost û dijminan re rastî nîşan da. Ji ber vê heqîqatê ye, gelê me îro li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî azad û serbilind dijî. Tevî hemû zehmetiyan, li gel tengavî û ambargoyê jî, gelê me li ber xwe dide. Di serî de Efrîn li tevahiya Rojavayê Kurdistanê, berxwedana gelê me ya li dijî hêzên hewl didin bi birçîbûnê vîna wan bişkîne, berxwedaneke gelekî girîng û giranbuha ye. Gelê me rûmeta xwe diparêze; hemû zor û zehmetiyan çareser dike. Ji ber vê berxwedana dîrokî em rêz û hurmetên xwe pêşkêşî gelê xwe yê li Rojava dikin. Em dibêjin, em ne li pişt Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne, em li gel Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne.

DIBE KU KONFERANSA NETEWÎ DI DEMA PÊŞ DE PÊK WERE

Weke ku tê zanîn Rêberê me ji bo 4 konferansan bang kiribû. Ji van 3 (Tirkiye, Bakurê Kurdistan û Derveyî Welat) pêk hatin. Niha jî Konferansa Netewî di rojevê de ye. Eger astengiyek dernekeve wê konferans di dema pêş de pêk were. Li ser vê bingehê xebat û hevdîtin dewam dikin. Pêşketinên girîng hene. Gelê me bi salane xeyala platformeke yekitiya netewî ya navbera her çar parçeyan dijî. Em hêvîdarin ev xeyala gelê me wê pêk were.” ANF