Serrûpel Nûçe Konsulê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê dest bi kar kir

Konsulê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê dest bi kar kir

Belav bike

Qonsilê nû yê Komara Tirkiyê ji aliyê berpiresê peywendiyê derve a Herêma Kurdistanê ve Felah Mustfa ve hate pêşwazî kirin, Felah Mustafa Qonsilê nû yê Tirkiyê ji ber destpêk kirina wî bikar xwe li Herêma Kurdistanê weku qonsilê giştî a Komara Tirkiyê pîroz kir, û diyar kir ku ew hêvîdare ew di kar û xebata xwe de serkefî be, Felah ragihand ku rêvebiriya peywendiyê derve ya Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve amedeye hevrêziyê û hevkariyê ligel aliyê Tirk bike taku peywendiyên Siyasî, Aborî,Baziganî, Çandî û Perwerde yê di navbera her du aliyan de pêşbikeve.
Di hevdîta ku rêvebirê giştî ya rêvebiriya peywendiyê derve a Herêma Kurdistanê Dr. Ebdsalam Reşîd têde amede bû,  peywendiyên hevbeş û hevkariya di navbera her du gelên cîran de hatine gotebêj kirin, her wiha meziniya vebiranîn û tevgera bazirganiya di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de jî ligorî berjewendiyê her du aliyan hatine gotebêj kirin û nirxandin. pukmedia