Li ser daxwaza serokê herêma Kurdistanê Komîsyonek hate avakirin ji bo ku biçe rojavayê Kurdistanê û lêkolînê li ser idîaya çêkirina komkujiyê li dijî gelê Kurd li rojava hatiye kirin, bike.
Heta niha nayê zanîn komîsyon ji çend kesan wê pêk bê, û kî têde cih digire, her wiha wê kengî biçe, heta niha ne eşkere ye.
Li aliyê din wê komîsyon ji bo dergehê Sêmalka kar bike.
PDK dibêje Sêmalka vekirî ye, PYD jî dibêje girtiye, wê komîsyon li ser pirsa dergehê raweste û rastiyê ji nêzîk ve bibîne.
Biryar hate standin ku navê endamên komîsyona ku wê biçe başûr neyê eşkerekirin, ew jî ji ber sedemên ewlekariyê.
Li gor nûçeyeke televîzyona Rûdaw, ji başûrê Kurdistanê 3 nûner, ji her sê perçeyên din jî wê ji her perçeyekî nûnerek hebe, her wiha wê nûnerê serokatiya herêma Kuridstanê jî têde cih bigire.
Ewlekariya komîsyonê wê YPG hilgire ser xwe.
Foto: Ji Rûdaw tv