Serrûpel Nûçe Barzanî biryar stand û Kurd îro derbas bûn

Barzanî biryar stand û Kurd îro derbas bûn

Belav bike

Milet bi otobasên ku hikûmeta Kurdistanê şandibûn ser sînorê Sêmalka derbasî hundir Kurdistanê bûn.

Heta ku kampa nû ava dibe, wê Kurdên rojava yên ku îro hatin li cihekî taybet bimînin, piştre wê wan bibin nava kampa li kampa Qezaya Xebat, ya nêzîkî Hewlêrê.

Ev biryar Barzanî, biryareke bi cesaret bû, ku distîne.

Ji ber ku PYD-YPG dihate tewanbarkirin ku ew dergehê di navbera başûr û rojava de ji xwe re weke riyeke ticaretê bi kar tîne, girtîbû, tenê ji bo armancên însanî dihate vekirin.

Di dema amadekirina vê nûçeyê de, karwanê koçberan di rê de bû û ber bi Hewlêrê ve dihat, hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî jî wan diparêze.

AVESTA KURD