Serrûpel Nûçe Barzanî di Peyama xwe de çi got?

Barzanî di Peyama xwe de çi got?

Belav bike

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 67mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî kadir, endam û alîgirên Partî (PDK) û hemû gelê Kurdistanê dikim. Damezrandina Partî di 1946ê de zerûretekî dîrokî bû ji bo dirêjepêdana xebat û berxwedana gelê Kurd ya li wê dema nexweş ku dijmin û dagîrkerên Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe ve hewla bêdengkirina şoreş û serhildana gelê Kurd dida.

Damezrandina Partî hêviya dijminan xiste gorê û ew peyam bi neyarên gelê Kurdistanê gihand ku gelê Kurdistanê, ji bo berdewambûna li azadîxwazî û xebata bê westan de xwedî îradeyekî bi hêz e. Damezrandina Partî di dîroka siyasiya gelê Kurd de ezmûnekî kêmwêne bû. Ji ber ku Partî berhema yekdengiya Pêşmerge, xebatgêr, rewşenbîr, siyasiya welat û hemû pêkhatên civaka Kurdistanê bû.

Partî tu demek ji sînorekî cografî û hizrî ya diyarkirî de nehatiye kurt kirin û karî bi rêberiya Barzaniyê nemir mezintirîn şoreşa dîrokiya siyasiya gelê Kurd ku, şoreşa Îlonê ya mezin bû, dest pê bike û ji hemû qonaxên jiyana siyasiya Kurdistanê heta qonaxa rizgarî û avadankirina Kurdistanê rolekî serekî û yekalîker hebûye. Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo perçeyên din yên Kurdistanê jî cihê hêvî û berdewambûna li şoreş û xebata rizgarîxwaza gelê Kurd bû. Partiya Demokrata Kurdistanê xwe bi tu îdeolojiyekî berteng û hizrî ya şovenî û tundrewî nebestiye û bûye çetrek ji bo wê yekê ku hemû pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê li bin de kombibin û eve jî li pêşketina hizrî û siyasiya li Kurdistanê da destkeftekî bêwêne û serdemiyane bû. Partî herdem hilgirê peyama aştiyê bûye û ji bo bergirîkirina Kurd û Kurdistanê berdewam jî amade bûye.

Xelkê xweşdiviyê Kurdistanê

Niha li serdemek de dijîn ku li hemû demek zêdetir gelê me hêvî bi paşarojeke geş û pir hêvî heye û yekemîn care aliyên hemû beşên Kurdistanê bi niyaza sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd in bo ku wê peyama aştîxwaziyê ji gelên herêmê re bişînin. Ji bo wê yekê jî ji hemû demek jî zêdetir pêwîstiya me bi yekdengî, yekrêzî, tebayî, tevgerên Kurdperwerane û nîştîmanî û serdemiyane heye.
Bi pêwîstî dizanim li vê salvegera bi rûmet de daxwaz ji hemû endam û alîgir û serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê û hemû hêz û aliyên siyasî bikim bi hemû hêz û şiyanên xwe ve yarmetiya parastina birayetî û hevdengiya neteweyî ya Kurdistanî bidin û berjewendiya neteweyî di ser berjewendiya tengên hizbî û siyasî de deynin. Li salvegera 16 ê Tebaxê de daxwazê ji we dikim em hemû li pey wan nirx û armancan bigerîn ku Partî ji bona wan hate damezrandin ku ew jî azadî û aştî û demokrasîxwazî bûye û kar bi wan biha û armancan bikîn û geştir bikîn.

Ji wê salvegera pîroz de hezar silav ji bo şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û kesukarên şehîdên me yên ser bilind re dişînim û 16 ê Tebaxê li hemû aliyek pîroz bê.

Bijî Kurd bijî Kurdistan