Serrûpel Nûçe Çima PYD rê nade komîsyon biçe rojava?

Çima PYD rê nade komîsyon biçe rojava?

Belav bike

Ev helwesta PYDê li hember lêjneya şopandina rastiya komkujiya kurdan di demekî de ye ku hêzên çekdarî yên PYDê (YPG) ragihand, eger lêjneya şopandina rastiyan here rojavayê Kurdistanê xizmeta dujminên kurd dike.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl îro (17.08.2013) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ku peyamnêrê Rûdawê jî li wir amade bû, diyar kir ku eger lêjneya şopandina rastiyan were rojava wê demê xizmeta dujminên kurd dike.

Derheqê helwesta PYD û YPGê de endamekî kumîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ji Rûdawê re got: “Me di civîna îro (17ê Tebaxê) ya kumîteyê de ku li bajarê Hewlêrê hat sazkirin ji PYDê re got eger hûn pêşiya lêjneya rastiyan bigirin wê çaxê komkujî nehatiye kirin.”

Endamê rêveberiya kumîteya amadekar a kongreya neteweyî Seidî Ehmed Pîre jî nerazîbûna xwe li hember helwesta PYDê li hember lêjneya şopandina rastiyan nîşan da û ji Rûdawê re got: “Em nûnertiya 39 partî û hêzên Kurdistanî dikin û lêjneya ku me pêk aniye bo derxistina rastiyan e, ev lêjne lêjneyek neteweyî ye û girêdayî tu hêzekî nîne.”

Pîre diyar kir ku ev helwesta PYDê nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Em nizanin lêjne çawa xizmeta dujmin dike?”

Tê zanîn, bi fermana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî lêjneyek bo şopandina rastiya komkujiya kurdên rojavayê Kurdistanê ji aliyê komên çekdar ên îslamî ve hatibû avakirin. (Rûdaw)