Serrûpel Nûçe “OLP” yeke Kurdan çêdibe?

“OLP” yeke Kurdan çêdibe?

Belav bike

 




Bi hatina “ buhara erebî”çavên der û dor yên cîhanê berê xwe dane kurdan, ku ew weke hêzeke weznê  di Rojhilata Navîn de têne xwiyakirin. Ev Rojhilata Navîn ku roj bi roj ber bi şerekî ve diçe, ger em nebêjin şerê sêyemîn yê cîhanê dikare bibe şerê herêmî.

Li gorî gelek welat û çavdêrên navnetewî, kurd, li vê herêmê, navenda aştî û aramiyê ne. Kurd hêviyekê didin ku di herêmê de alternatîfa sêyem jî heye. Ev alternatîf ew e ku, ji bilî rejîmên dîktator û îslamîstên radîkal,damezrandina rejîmekî demokratîk li gorî pîvanên qanûnên navnetewî mumkun e.Buhara erebî,îslama nerm li teniştê hişt û îslama radîkal anî îktidarê.Ev dihate payîn.Ne ber bi aqila ve ye ku modêla AKP li welatên ereban bi serkeve.Ev welatana ji xwe 400 salan di bin destê Împaratoriya Osmanî de mane û normal e ku sîstema polîtîk,  huqûqî û sosyal ya Tirkî ji van welatan pêşdetir be.

 Li van welatên ereban, prensîba helbijartinên peryodîk û azad  cihê xwe negirtiye.Lê belê, li Tirkî, kêm zêde, bi awayekî nîv demokratîk û peryodîk hilbijartin çêdibin..Pêkanîna hilbijartinên peryodîk –ya ku rekabetê di navbera hêzên siyasî de geş dike û demokrasiyê xwirtir dike  – li hember pêşketina îslama radîkal bendan çêdike. Ji alîkî din, ji dîroka damezrandina komara Tirkî (1923) ve zagona Tirkî laîsîte qebûl kiriye  Lê ji ber nebûna herdu faktorên jor:  helbijartin û laîsîte,  li welatên ereban derketina îslama radîkal diviya bihata payîn.

 Ev îslama radîkal ya ku buhara ereban derxistiye, îro li Sûrî û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê dijwarî û berberiya xwe nîşan dide.Û ne tesaduf e ku îro kurd ji xwe re kirine armanc. Sedem ew e ku buhara ereban civaka van welatan ji hev xistiye û parçe kiriye, lê li hemberî vê, hêzên kurdan bêhtir ber bi hev aniye û hestên netewî di nava kurdan de xwirtir kiriye.  Bûyerên Rojava bûn sedem ku kurd projeyên hembeş ji bo çar parçeyan çêbikin.Weke numûne: Avakirina DESTEYA BİLİND li Rojavayê Kurdistanê bi alîkarî û israrkirina serokê Herêma Kurdistanê, daxuyaniya Ocalan ji bo prosesa aştiyê, vekişîna gerillayên PKK ji Bakur,helwesta Hukûmeta Başûr dı derbarê Rojava de û amadekirina KONGRA NETEWÎ a KURDİSTAN ya ku armanc pê ye yek berpirsiyarî ya ŞERîî ji kurdan re were pê û stratejiyek hevbeş bête tesbîtkirin.

              Bi hatina vê buhara ereban, radîkalîzma îslamî di nava ereban de xwirt bûye, lê di nava kurdan de cihê ol,hestên netewî û piştgirî xwirtir bûye. Ev rewş dihêle ku şovenîzma herêmî û îslama radîkal bi hevre êrîşî kurdan bikin.

Mixabin kurd, ji bo ku îthamên  perçekirinê (bölücülük,veqetandin) ji ser xwe rakin, her xwe mecbûr hîs kirine bêjin: ‘em dewleteke serbixwe ji çar parçeyan naparêzin, em mafên xwe di nava sînorên her welatekî de bê veqetandin dixwazin’.

Lê belê,qanûnên navnetewî, bi taybetî maddeya 2/7 ya peymana Neteweyên Yekbûyî (ONU) ji bo gelan mafê çarenûsî qebûl kiriye. Û ev maf jî avakirina dewleteke serbixwe ye.Qanûnên navnetewî, asta mafên gelan bi avakirina dewleteke serbixwe tesbît kiriye.Lê ev nayê wê maneyê ku çare tenê veqetandin û avakirina dewleteke serbixwe ye.

Li gorî prensîbên mafê çarenûsî gel, dikare ji mafê avakirina dewleteke serbixwe dakeve û li gorî şert û mercên netewî û navnetewî formulekî din helbijêre. Weke federalîzm û xweseriya herêmî.

Divê Kongra Netewî li ser vê mijarê raweste û projeyeke zelal derxîne pêş.

Beşdarbûna 300 çavdêrên navnetewî ji bo vê kongrê, giraniya wê di warê navnetewî de nîşan dide.Divê kongre ji vê rewşa pozîtîf îstîfade bike,konseyekê helbijêre da ku di warê navnetewî de tenê ew temsîla kurdan bike.Weke ku OLP temsîlkarê Filistînîyan bû.

Divê ku ev konseya temsîlkar ji Neteweyên Yekbûyî daxwaza STATUYA ÇAVDÊR bike.Di nava qanûnên navnetewî de tu maddeyên nivîskî di derbarê endamên çavdêr de tunene. Lê ev qaîde, bi urf û adet û pratîkên dewletan cih girtiye. Yekemîn dewleta çavdêr Swîsre bû ku ji 1945’an heta 2002 yan endamê çavdêr mabû.

OLP ya ku di 1964’an de hate damezrandin, di 1974’an de weke tenha temsîlkarê gelê Filistîn yê şerîî hate qebûlkirin. Piştî  endametiya OLP ku weke organîzasyonek çavdêr li Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin, di 1993’an de bi peymana OSLO dewleta Filistîn li Gazze û  Şerîa Rojava hatibû nasîn.Lê belê, qebûlkirina Filistîn weke dewleteke çavdêr, di 29’ ê Novamber 2012’an de pêk hat.

Li gorî dengdana konseya giştî ya Neteweyên Yekbûyî, 138 deng ji 193 endaman erê dan, 9 li dij û 41 bêdeng man. Weke ku rêbaza hudirîn destnîşan dike, pêwîst e bi kêmanî 9 endam ji 15’an yên Konseya Ewlekarî erê bikin û qet VETO tunebin.

Tecrubeya OLP ya ku 38 salan organîzasyona çavdêr maye nîşan dide ku xwe bi qebûldayina navnetewî ne hêsan e. Tevlî ku konseya giştî ya Neteweyên Yekbûyî  bi biryara 181 a 1947’an  hebûna dewleta Filistîn li tenişta Îsraîl qebûl kiribû.

Divê kurd tecrubeya Filistîn berbiçav bigrin û ji atmosfera pozîtîf ya navnetewî istîfade bikin û bi lez daxwaza organîzasyona çavdêr ji Neteweyên Yekbûyî bikin.Hin maf di warên navnetewî de hene bêyî vê statuyê nayên dayîn.

Buhara Ereban bi xwe re dijberiya layîsîtê aniye.Îslama radîkal bi dijwarî propaganda li hember kes û hêzên laîk dike û qeneetek di nava gel de pêk aniye ku ew kesên laîsîtê diparêzin kafir in û hevalbendên dîktatora ne.Lê kurd,tevlî van îthamên dijwar her laîsîtê diparêzin. Kurd di herçar parçeyan de bi pirranî bi vî prensîbî ve girêdayîne.

İsrarkirina kurdan di vî warî de di cih de ye.Ji ber ku ne bi vî awayî be, taybetmendiya Kurdidistanê ya ku pirr ol û pirr netew lê hene û jiyaneke pirreng û aştiyane nikare bête parastin.

 Di dema ku hukûmeta herêma Kurdistanê xirîstiyanên ji Bexdayê bazdidin pêşwazî dike û parastina wan dike,li Misrê xirîstiyanên KOPT dibin armancên êrîşên qirkirinê.

Herweha Ocalan jî di daxwiyaniên xwe ji bo aştiyê de projeyeke pêşerojê ji bo Mezopotamya dest nîşan dike ku di vê projeyê de li ser mafên kêmnetew weke xirîstiyan,elewî û yezîdî israr dike.

 Kurdên Rojava di hemû daxuyanî û pratîkên xwe de parastina Xirîstiyan, Aşûrî,Ermenî û Suryaniyan dikin.Tevlî ku bayekî dijwar li hember Elewiyan heye jî, kurdên Sûrî mafên wan diparêzin û bi vê helwestê riya parçeyên din dişopînin:  Kurdên başûr ji dema Seddam de her şîî parastine û kurdên bakur jî herdem mafên elewîyan li Tirkî parastine.

Ev jî dıbe sedem ku Cebhetul Nusra û Dewleta Şam û Îraq, bi wan re jî hemû hêzên radîkal û şoven, kurdan weke miletekî hevalbendên dîktatoran nîşan bidin û êrîşî wan bikin.

Lê belê divê kurd vê helwesta xwe ya ku cihê serbilindiyê ye ji dest bernedin. Ev helwest, nîşana rûmetgirtina prinsîp û qanûnên navnetewî ye, pêk anîna peymanên nav netewî di warê parastina kêmnetew û olan e.

Sedema din ya ku dihêle Cebhetul Nusra  û hevalbendên  wan êrîşan bînin ser kurdan, helwesta kurdan ya di pirsa mafên jinan de ye.

Bi hatina buhara erebî, ne tenê ku jinan nikarîbûn mafên zêdetirîn bi dest bixin, hin mafên ku berê dîktatoran dabûn wan jî ji dest hatin stendin.

Mînaka herî balkêş rewşa jinan li Tunis û Misrê ye. Li van herdû welatan hejmara jinan di nava Parleman û wezaretan de beriya şoreşê zedetir bû. Hin maddeyên qanûnê kû jin weke mêran dihatin qebûlkirin û wekheviya wan diparastin, hatin rakirin.Radîkalîstên îslamî, bi propaganda qirêj, civakê dixin bin sêwana îdeolojiya xwe û  kiryarên hovane li hember qîzên ciwan û jinan bi civakê didin erêkirin.

Ji despêkê ve bizava netewî ya kurd helwesta xwe di warê jinê de zelal kiriye û ew daye pêş.Li Bakur, partiya HEP’ê ta bi BDP her xwestine jinan bidin pêş û ji wan re nêzî nêvî kota di parleman û şaredariyan de mecbûrî kirine.Herweha parlemana Başûrê Kurdistanê di warê mafên jinan de hin gav avêtine û çend qanûnên gewre hatine çêkirin, tevlî ku hukûmeta Bexdayê di vê mijarê de astengan derdixe.

Konseya Netewî ya Kurdên Sûrî di civîna Îstanbolê ( Temûz 2012) de ji Konseya Netewî a Sûrî xwestiye ku di zagona dahatû de wekheviya jin û mêran bête tesdîqkirin.KNS ev daxwaz weha bersivand: “ Ev pirs niha ne girîng e, em dê paşê li ser rawestin”. Ev helwest bû yek ji sedemên netevlêbûna KNKS di nav KNS de.

PYD li Rojava serokatiya hevbeş a jin û mêr pêktîne. Di dema ku grûbên radîkal û opozîsyona Sûrî a resmî jinan bi darê zorê ji hemû warên jiyanê bi dûr dixin, PYD qîz û jinên kurd derxistine meydanê û wan tevlî hemû xebatên jiyana siyasî, aborî û heta çekdarî dikin.

Helwesta kurdan di warê jinê de dihêle ku êrîşên radîkal û kevneperestan werin ser wan.

Divê kurd ji vê helwesta xwe neyêne xwarê. Ev helwest, rûmetgirtina peymanên Neteweyên Yekbûyî di warên jinan de ye. Bi taybetî peymana 18/12/1979  li ser rakirina hemû formên newekheviya ( diskriminasyon) li hember jinan(CEDAW). Û biryara konseya giştî ya NY 1993, têkbirina hemû cûre şîddetên li hember jinan.

Sedema dawî ya ku grûbên radîkal êrîşan dibin ser kurdan ew e ku kurd weke neteweke aştîxwaz û dijî şîddetê derdikevin pêş.

Dema ku pêwîst bûye gelê me li Başûr, Bakur û Rojhilat ji bo bidestxistina mafên xwe çek hilgirtiye û tekoşîneke birûmet daye.Lê îro atmosfera navnetewî xebata çekdarî red dike û hêzên ku vî rengê xebatê bi kar tînin dikevin lîsteya terorîstan.

Îro li Bakur tevlî ku samîmîyeta AKP di warê aştiyê de zelal nebûye û tu belgeyên resmî ji bo naskirina mafên kurdan ên bingehîn, weke mafê perwerdekirinê bi zimanê kurdî û naskirina kurdan di zagona bingehîn de ne be jî, kurdan ji yekalî gavên girîng avêtin û grûbên xwe yên çekdar derxistin derveyî sînor. Herweha 3 kongre ji bo aştiyê hatin li darxistin, tevlî ku ew rîsk heye ku Erdogan bi armanca helbijartinên 2014 kurdan manîpule bike jî.

Li İraqê herçend hukûmeta navendî û Malikî ji bo Kerkûk û petrolê pêl qanûn û peymanên xwe kirin û rewş gihandibin asta şer, pêşmerge û leşkerên İraqê rû bi rû mabin jî, kurdan, dest ji helwesta xwe ya aştiyane bernedane û bi hêza xwe aramî anîne.

Li Rojava gelê kurd, ji despêka serhildana Sûrî 15 Adar 2011’an de bi girseyî tevlî xwepêşandanên aştiyane bûye û rûxandina rejîm daxwaz kiriye.Lê piştî ku serhildana Sûrî ji riya xwe derket û grûbên îslamîstên radîkal şoreşa gelê Sûrî jê dizîn, weke ku şoreşên gelên Tûnis û Misrê dizîn, kurd bi dûrketin û slogana riya sêyem bilind kirin.

Ji damezrandina partiya yekem PDKS a 1957’an heta îro, kurdên Rojava tu caran xebata çekdarî ji bo bidestxistina mafan tercîh nekirine.Grûbên radîkal yên ku li pêş kamera dilê mirovan dixwin, dixwazin dunyayê di nava xwînê de bihêlin, helbet wê vê helwesta kurdan nepejirînin. Ji lewra êrîşên hovane li herêmên kurdan yên Rojava li dardixin.Îro hebûna grûbên çekdar yên kurd vê helwestê naguhêre. Armanca van grûban parastina kurdan e, ne bi destxistina mafan e.

Li tenişta vê tabloya pozîtîf ya ku hevgirtina kurdan û rola wan ya girîng di Rojhilata Navîn de nîşan dide, tabloyeke din jî ya tarî heye. Ev tablo jî nakokî û neyekbûna kurdan dide der. Wek mînakên vê dawiyê: Nakokiyên di navbera KNKS û PYD bi avakirina DESTEYA BİLİND jî ji holê ranebûne.Daxuyaniya Cemîl Bayik ya di derbarê PDK de di dema amadekirina Kongreya Netewî û rêlêbirîna komîteya lêpirsînê a ji bo Rojava ji alî PYD’ê ve.

Divê bê zanîn, tu kesayet çiqas xwirt be, tu partî çend bi hêz be bi tena serê xwe nikare mafên gel bi destxîne û bingeha demokrasiyê ava bike. Ma ev xwînrijandina li Rojhilata Navîn ne netîceya tekdengî û dîktatoran e?

Ji lewra erkên mezin dikevin ser milê Kongra Netewî a Kurdistanê. Pêwîst e hemû hêzên kurdan ji bo serkeftina vê kongrê kar bikin û bizanibin ger vê fersenda zêrîn ji dest berdin, ewê dîrok û  gelên Mezopotamya wan efû nekin.

Şert û mercên damezrandina temsîlîyek navnetewî (weke OLP) îro ji hemû deman munasiptir in.

Bi hêviya ku Kongra Netewî vêya bike jiyanê..

·       Spas ji Îhsan re ji bo rastkirina kurdiya vê nivîsa min.

Dr.Qanûnên Navnetewî