Serrûpel Nûçe Ligel serokê UNA – Kurd Giyasettîn Sayan

Ligel serokê UNA – Kurd Giyasettîn Sayan

Belav bike


Giyasettîn Sayan di parlementerk kevne di Parlementoya Almanyayê de.

Em wek „Rûdaw“ li ser karûbar û armancên UNA – Kurd birêz Giyasettîn Sayan axifîn.

 

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij – Berlîn

 

Koln (Rûdaw)Hûnê demek berê bi navê “ Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî – UNA-Kurd e.V” komelek damezirand. Tu dikarî li ser pêvajoya damezirandina komelê me agahdar bikî?

 

Wexta kû  ez parlamenter bum pir caran beşdare koferensa “Civaka Elman  ji bo Netewayên Yekbuyî” dibum.  Kar û xebata wan bala min pir dikşand. Piştî kû ez ji paralementoyê derçum, me çend hevalên kurd û elman li ser pêwîstîya komelek ûsa gengeşî kirin. Nêzikî şeş mehan me  ew gengeşî berdawamkirin. Me destur û rêbazên komelên welatên din yên ji bo Neteweyên  Yekbuyi(NY) xwendin û anagorê ewnan destur û rebaza xwe dirus kirin.

Gengeşîya me bi taybetî li ser vê bu: Gelo ji bo kurdan komelek ûsa pêwîst e, an na?

 

 Ji ber kîjan hewcetîya UNA-Kurd hat damezirandin? Armanca komelê çi ye?

 

Kurd, bi taybet jî kurdên li Ewrûpayê muhtacî lobî û dostên Ewrûpî ne. Heta kurd li welatên rojava û herweha li temamê dinyayê lobîyan û dostan ji xwe re çênekin, wê nikaribin di armancên xwe de bi serkevin. Çi partî û rêxistinên kurd dibin, çi komele û yan jî kesayetên kurd dibin, divê herkes ji alîyê xwe ve bixebite ku dostan ji kurdan re çêkin û bi rêya wan dostên xwe armanc û doza milletê kurd bi dinyayê bidin naskirin û qebûlkirin. UNA-Kurd e.V”. dixwaze bi rêya lobî û dostên Ewrûpî dengê milletê Kurd bigihîne dem û dezgehên Ewrûpî.

Me di munaqeşeyên xwe da tesbît kir kû hemû netewayên xwedî dewlet û hinek milletên din wek katelan û filistîn ji komelayên wan li cem NY hene. Em bi UNA-Kurd dixwazin karûbarên NY ji bo netewa xwe, ji bo netewa kurd dîyar û şîrove bikin. Em dixwazin NY di derheqa  rewşa netewa kurd, pirsgirekên kurdan agahdar bikin, raportan li ser pirsgireka Kurdîstan bidin komîsyonên Mafên Mirovan,  yên Netewayên Bindest uyd.  UNA-Kurd bi we hewcedari hatîye damezrandin.

 

 UNA-Kurd karên cawa bike?

 

UNA-Kurd pir alî karên têkilîye û dîplomatîk dike. UNA-Kurd dixwaze wek rêxistinek serbixwe ya nehikûmetî (NGO) bibe qasidê berjewendîyên kurdan. Em dixwazin dîyalogê di navbera NY û kurdan de pêk bînin û bibin alîkar da kû kurd  li tevahîya dezgeh, sazîyên taybet, şax û çalakîyên Neteweyên Yekbûyî de beşdar bibin û helwêstên xwe, dengê xwe bigihînin wan.

UNA-Kurd  dixwaze bi konfransên pisporî û zanistî pirsgirekên civaka kurd NY û Yekitîya Evrupa û komelên mafe mirivan şirove bike, komkujîyên ku li Kurdîstanê pêk hatine bîne rojeva ewnan. Heman demê de em dixwazin kurdan ji li ser rola NY, YE agahdar bikin.

UNA-Kurd dixwaze li seranserê dinyayê berî her tiştî xizmeta civaka sivîl ya kurdan bike, hem li welêt û hem jî li dîasporayê xizmetê ji civaka Kurd re bike.

UNA Kurd, dixwaze têkilîyên Yekîtîya Ewrûpa û herweha NATO û Kurdan xurttir bike û bi rêya siyaset û platformên demokratîk Kurdan bîne rojeva dem û dezgehên Ewrûpî. Ne tenê ev, lê dixwaze giranîya xwe bide ser perwerde û zanînê, dixwaze bi rêya mecal û derfetên Ewrûpayê xwedî li şûnwarên Kurdistanê (wek sûrên Amedê, Hesenkeyf, Keleha Hewlêrê, kevneşopîyên bajarê Mêrdînê û derûdora wê, şûnwarên li başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê û wekî din) derkeve, hewl bide ku wan têxe bin sî û paraztina UNESKO da ku ew şûnwarên Kurdistanê neyên xirakirin û wenda nebin.

 

Li Ewropa û Amerika gelek komel û dezgehen kurd hene, ya herî baş ne ewe kû kurd dezgehek hevbes ava bikin û ew dezgeh li cen rtexistinen nav netewî kurdan temsîl bike? UNA-Kurd çiqas bikaribe kurdan temsil bike?

 

UNA-KURD amadeye bi hemû komelên kurd va ji bo armancên xwe karbike.

Divê nayê bîr kirin kû UNA-Kurd rêxistinek serbixwe ya nehikûmetî (NGO) ye.

 

Niha de – facto dewletek Kurdistan heye û dezgehên wê yên meşru hene, hûne karûbarên xwe yên li cem RYN de bi DFK va pêwendîyên çawa pêk bînîn?

 

Ji ber kû UNA-KURD  rêxistinek serbixwe ya nehikûmetî (NGO) ye, karûbarê fermî yên hikumetan nake. Lê belê ji bo armancên xwe dan û sitandin bi hikumeta Kurdistan va pêk tîne û ji bo pêwendîyên navnetewî û dîplomasî xizmetêra her daîm amade ye.

 

Spas dikim

Ez spas dikim , serkeftin dixwazim