Serrûpel 2013 Tebax

Arşîva mehane: Tebax 2013

“PKK divê ligel hevalên xwe yên berê jî aş bibe”

Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD bi daxuyaniyeke diyar kir ku PKK xwestiye li dijî wan qetlîameke pêkbîne û got; “Di 23ê Tebax a 2013’an de ji aliyê 3 kesan ve li dijî endamên PWDê ku li bajaroka Koyê dijîn, êrîşek pêk hatiye û di pevçûnê de ji wan sê kesan kesek bi birîndarî hatiye girtin. (…) Ew kesê ku hatiye girtin, lêpirsîna wî di asayîşa Koyê de berdewam e. Piştî pevçûnê çend telefon û belgeyan û kamerayekî casûsî ku him vîdyo him jî foto dikşîne hatiye bidestxistin. Pêyvendiya hiqûqî û dadî a vê bûyerê bi berpirsiyarên Herêma Kurdistanê ve ye.”

Daxuyaniyek ji PDK-Bakur

Herweku duho Çapemeniyê jî ragehand, Sê endamên PKKê hewl dane ku bargeha Partiya welatparêzên Demokratên Kurdistan (PWD-K) bi mebestek dijminî bigirine qeyda videoyê . Di encamê de şer qewimiye û PKK´yîyek birîndar bû ye.

PKK çawa êrîşî malbatên kesên cuda bûne kir?

AVESTAKURD - Di vê vîdyoyê de, diyar dibe bê çawa 3 kesan li bajarokê Koye, kamera bi dizî li pêşiya mala wan kadirên serkirde ku ji PKK cuda bûbûn, bi cih kiribûn, piştre dema xwestibû wan kameran bibin, bi wan hesiya bûn, şer derketibû, çekdarkî PKK birîndar bûbû, yek hatibû girtin, yek jî reviya bû.

PWD: Me ji êrîşên PKK biparêzin!

AVESTA KURD - Partiya Welat Parêzên Demokrat ên Kurdistanê (PWD) ku piraniya endamên wê ji endam û rayedarên berê yên PKKê pêk tên, PKKê bi tunekirina endamên xwe tohmetbar dike û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet jî YNKê dike ewlehiya wan dabîn bikin.

Gora Evdalê Zeynikê ji nû ve hat çêkirin

AVESTA KURD - Di roja 18ê tebaxê de li gundê Melehesen a Dutax/Agirîyê gora Evdalê Zeynikê bi şêweyekî nû û tekûz hat çêkirin û ji serdanê re hat vekirin. Li ser gorê, dengbêjên Agiriyê yên navdar wek Dengbêj Memo, Dengbêj Cesîm û Dengbêj Silheddîn tevî cimaetekê amade bûn.

A ji we re “Kolbastî“ kurdî

AVESTA KURD - Reqsa bi nav û deng ya bi navê Kulbastî bi kurdî ji we re tê pêşkêşkirin.

Li Koye êrîşî kesên ji PKK cuda kirin

AVESTA KURD - Li başûrê Kurdistanê li qezaya Koyê, şer di navbera çend çekdaran û endamên ku ji PKK cuda bûne çêbû. Di wî şerî de çend çekdar birîndar bûn.

Jineke kurd çek rakiriye

AVESTA KURD - Li rojavayê Kurdistanê ku kontrola her tiştê di destê PYD-YPG de ye, gelek caran jinên Kurd, ku temenê wan di ser 40 salî re ne jî, têne çekdarkirin û wêneyên wan têne girtin.

Geşta Enqere-Hewlêr dest pê dike

AVESTA KURD - Geşta navbera Enqere-Hewlêr wê di nava heftiyê de 2 caran dest pê bike.

Dîmenek ji dîmenên penaberiyê

AVESTA KURD - Ev wêne di kampa penaberên Kurdên rojava de ku li başûrê Kurdistanê hatiye avakirin, hatiye girtin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com