Serrûpel Nûçe Çalakvan Ehmed Bonciq li Qamişlo hate kuştin

Çalakvan Ehmed Bonciq li Qamişlo hate kuştin

Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo got, Ehmed Ferman Bonciq ku endamê Yekîtiya Xwendevanên Qamişlo ye, li Aşûriyê rastî êrîşeke çekdarî hat û di cih de hate kuştin, 2 fişek di serê wî de, fişekek jî di sînga wî de lêxistin.

Ehmed Bonciq, piştî ku ji başûrê Kurdistanê vegeriya bû, li Qamişlo ji aliyê asayîşa PYD ve, hatibû girtin û ji bo zindana navendî ya YPG li Dêrîkê hatibû şandin, li wê derê 2 mehan di zindanê de mabû.

Berî ku ew were girtin, bavê wî Ferman Boncik ji peyamnêra Rûdawê re gotibû ku, bi navê Aldara, jineke ku di istîxbarata YPG de kar dike, ew tehdîd kiriye û jêre gotiye, ew di binê erdê de be, ewê wî peyda bikin, wî peyda dikin û digirin.

Îro jî li gora ku şahid dibêjin, otomobîleke reş li ber wî disekine, hinek kesên têde bi kurdî dibêjin, ev Ehmede û wî didin ber guleyan û wî dikujin. (Rûdaw)