Serrûpel Nûçe Hevpeyvînek ligel Firîda Cewarî

Hevpeyvînek ligel Firîda Cewarî

Belav bike


Firîda Cewarî: Balyoza jiyan, kar û xebatên du Mezinahiyan…

Hevpeyvîn: Marîna Siyabend

Berî demekê ez û Pakîzera Ûsiv bûn mêvanê Firîda Cewarî. Meta Firîde tim wek keça Heciyê Cindî û hevsera Fêrîkê Ûsiv tê naskirin. Jixwe navên du Mezinahiyan têra xwe bes e ku ew were naskirin. Lê di rastiyê de Firîda Cewarî wek jinek bi serê xwe kî ye, çi kiriye, çiqas ked û emek daye, hindik kes zanin. Sedema vê jî yek e: wek dot û xanimeke hêja wê jiyan û karê xwe ji bo naskirina bavê xwe û hevserê xwe xerc kiriye û wek hemû jinên kurdan, hinek di bin siya van Mezinahiyan de maye. Vê carê min xwest wê bixwe, kesayetiya wê nas bikim û bidim nasîn.

Firîda Cewarî di sala 1934’an de li Êrîvanê di malbateke rewşenbîrî de ji dayik bûye. Keça Heciyê Cindî û Zeyneba Îvo ye. Piştî qedandina mektebê bi medalyeya zêr li Êrîvanê, xwendina xwe li zanîngeha Moskovayê di beşa Fîzîk-matematîkê de didomîne. Pey re vedigere Êrîvanê û li wir nêzî 50 salan pêşî di dibistanê de, piştre di kolêjê de mamostetiyê dike. Xwendkarên wê gelek caran di pêşbirkên matematîkê de ciyê birûmet digirin çawa li Ermenîstanê, wisa jî li dewletên din ên Sovyeta berê.


Ji sala 1957’an tevî bavê xwe Heciyê Cindî tevli hazirkirina pirtûkên dersan yên ‘‘Elîfba’’ û ‘‘Zimanê Kurdî’’ ji bona dersxana 3’an dibe.

Hatiye rewakirinê:

Di sala 1975’an de mêdala ‘‘Ji bo karê efatiyê’’.

Di sala 1975’an de hêjayî nîşana ‘‘Serkeftiya pêşvika sosiyalîstiyê’’ bûye.

Di sala 1962’an de ‘‘Hurmetnameya wezîreta Ermenîstanê ya ronkayê’’ sitendiye.

Di sala 1979’an de navê ‘‘Dersdar- mêtodîst’’ qezenc kiriye.

Sê caran hatiye hilbijartinê wek parlementara şêwira bajarê Êrîvanê (di salên Sovyetê de).

Di sala 1981’ê de bi Ordêna Sovyetê ye pir bilind, ya ku Moskova heq dikir, Ordêna Xebatê ya beyraqa Sor sitendiye. Tîne bîra xwe: ‘‘3 Ordênên min bûn, 2 jî yên bavê min bûn. Îcar bavê min tim henekên xwe dikir, digot: ‘‘Tu ji min zortir derketî…’’

Di sala 1998’an de tevî karên ‘‘Kongrêya Niştimanî Kurdistan ya 4’mîn’’ bûye.

Heta niha 22 pirtûkên bavê xwe Heciyê Cindî û hevserê xwe Fêrîkê Ûsiv  amade kiriye û daye çapkirin.

Di sala 2010’an de pirtûka wê ya bi navê ‘‘Bîranînên min’’ (bi alîkariya serokê Enstîtûya kurdî ya Parîsê Kendal Nezan) hatiye çapkirin.
(Ji bo xwendina pirtûka Firîda Cewarî:
” Bîranînên min, Firîda Cewarî, 2010 “)

Firîda Cewarî: ‘‘Piştî mektebê min dikaribû bi xwe hilbijarta li kîjan zanîngehê bê îmthan xwendina xwe bidomînim. Hema wê salê li Moskvayê zanîngeha bi navê Lomonosov vedibû û min gelek dixwest hema li wê zanîngehê bixwenda. Ez û hevala xwe gerek bi hevre biçûna. Wê jî gerek li zanîngeha S. Peterbûrgê bixwenda. Lê rojek berî çûyîna min bavê min hat û bi xemgînî got ku ciyê min dane kurê generalekî û ez dikarim li zanîngeha bi navê Lênînê bixwînim. Ez gelek xemgîn bûm. Bavê min digot: ‘‘Dinya ya zora ne, lawo, ber xwe nekeve. Belkî ya xêr ev e…’’

Min xwendina xwe li Moskvayê qedand û vegeriyam Êrîvanê. Di fikira min de hebû ez li Êrîvanê xwendina xwe bidomînim. Lê wisa çê bû ez û Fêrîk zewicîn. Fêrîk got: ‘‘ Tenê Mekteb! Tu yê li mektebê kar bikî, çend saetan dersan bidî û vegerî malê’’. Û wisa min wek 50 salan mamostetî kir. Di wê navberê de wek 30 salan ez seroka mamosteyên beşa fîzîk-matematîkayê bûme.

Gelek car min gotarên xwe di konferansan de xwendiye. Gotarên min derheqa bavê min de, di 25 hejmarên Rya Teze de derketine.’’

Di jiyana Firîda Cewarî de malbata rewşenbîrî roleke gelek mezin lîstiye.Wezîrê Eşo di pêşgotina pirtûka ‘‘Bîranînên min’’ de nivîsiye: ‘‘Ez sebeb û bingeheke serkeftina Heciyê Cindî û zarên wî ya here girîng dihesibînim tifaq û yekîtiya wî û pîreka wî – Zeyneba Îvo û wê rewşa aramî, ya ku ji ber vê yekê di malbata wî da çê bibû…

Heciyê Cindî, yê ku bi şev û roj ser berhemên xwe kar dikir, wezîfa xwe ya bavtiyê ya terbiyetkirina zarokên xwe ji bîr nedikir. Ewî herpênc keçên xwe dan ber xwendinê û herpênca jî xwendina bilind temam kirin. Ji wana dudu bûn doktorên zanînan: Firîca gorbuhuşt doktora zanînên doxtiriyê, dosênt, lê Nûrê- doktora zanînên hunermendiyê. Firîde bû matematîsiyên, Zînê – kîmîk, lê Nazê jî matematîsiyên di warê kîbêrnêtîkayê de û niha jî mamosta zanîngeha bajarê Rûsiyayê yê Biryanskê ye.

Herpênc zarên Heciyê Cindî jî bûn ronakbîrên bi kêrhatî gorî zanînên xwe, ronakbîrên xudanê zanebûnên kûr û dewlemend, ber ku ew rê bavê wan xistibû û weke Firîda Hecî di Bîranînên xwe da kifş dike, ji wana ra gotibû: ‘‘Em balyozê gelê xwe ne nava biyaniyan de’’. Ev gotina Heciyê Cindî dihate wê manê, ku ew û neferên malbata xwe berpirsiyarên gelê xwe ne û gotî bi kar û barê xwe ne ku bi tenê şexsê xwe, lê gelê xwe jî nava biyaniyan de rûsipî, serfiraz û serbilind bikin. Û gorî vê gotina bavê û bi serda jî bi mînaka karikirina wî bixwe ya bê westa, keçên wî heta ji wana hat xwe dan ber xwendin-perwerdê, ku bibin kadroyê kêrhatî û bavê xwe bi wê yekê kêfxweş û serbilind bikin.’’

F.C.: ‘‘Diya min û bavê min ji salên 30’î di radyoya Rewanê de beşa kurdî de kar dest pê kiribûn. Lê tu kaxet tunebûn ku wan kar kiriye. Hemû wenda bûbûn. Bavê min berî nexweşiya xwe çûbû radyoyê û ji berpirsiyara arşîva radyoyê xwestibû ku bendên dengên wan ên wan salan qeydkirî bide wan. Lê geriyabûn, negeriyabûn, tiştek nedîtibûn. Gelek zelal bû ku bi zanebûn hemî wenda kiribûn. Bavê min sala 80-î diçe cem Yêxîşê Hovhannnîsyan, yê ku ji salên 30-î heta salên 80-î li radyoyê wek berpirsyar kar kiribû. Bavê min ji wî re meselê dibêje, ku her tişt wenda bûye û ji wî kaxetek wek şadetî dixwaze ku wan salan Heciyê Cindî û Zeyneva Îvo di beşa kurdî de xebitîne. Û Hovhannîsyan ew kaxet dide, li gorî  kîjanî bavê min û diya min salên 30-37-an, heta girtina bavê min di beşa kurdî de wek redaktor û spîker xebitîne. Tunebûna kaxazan dibe sebeba şaşiyan. Heta par jî di reportajekê de gotibûn ku radyoya kurdî ya Rewanê ji sala 1954’an hebûye. Lê min dîsa nivîsî ku ew şaş e. Fotoya diya min jî heye ya sala 31’î: bi kincên kurmancî di radyoyê de li ber mîkrofonê xeberan dixwîne. Diya min qal dikir ku ji welatên derve hatibûn û dixwestin bikişandana û derbarê wan de binivîsandana.’’

Marîna Siyabend: Heciyê Cindî û Zeyneba Îvo: herdu jî ji ber reva ji Roma Reş filitîbûn, herdu jî şahîdên qirkirin û koçberiya êzdiyan bûn. Qet ji we re qala reva xwe û zaroktiya xwe ya dilsotîner dikirin yan na?

F.C.‘‘Zaf!  Gişk di pirtûka ‘‘Hewarî’’ de min nivîsiye. Wexta êdî bavê min nexweş bû, di sala 88-an de, min gişk ji devê wî girtiye. Hemû bîranînên wan di pirtûka ‘‘Hewarî’’ de qeydkirîne.

Li zanîngehê min serkeftî dixwend. Mamostekî min hebû, bi înad 3 caran ji min re 3 danî. Bavê min ji min pirsî ka min ji wî re çi gotiye. Min jî got ku ji min pirsa paşnavê min kiriye: çima ‘‘Cewarî’’? Çima bi ‘‘yan’’ nîn e? Min jî got ku ez kurd im. Bavê min got: ‘‘Gerek te bigota ez kurda êzdî me. Kî zane musulmanan çi anîne serê wan…’’


M.S.: Meta Firîde, te Kurdistan dît?

F.C.: ‘‘2008-ê salê 100 saliya bavê min bû. Serokê Yekîtiya nivîskarên kurda Duhokê Hesen Silêvanî teşkîl kir. Li wir 22’ê meha kanûnê konferansa sedsaliya bavê min wê bihata derbaskirin. Wan teşkîl kir, ez çûm. Ew çûyîna min a cara yekemîn bû. Em li ser Îranê re çûn. Meha kanûnê bû. Li ser sînor wisa ba bû. Leşkerên sînor diparastin, nedihiştin ez derbas bibim. Vîza min tunebû. Min kaxetên vexwendina xwe nîşan kir. Dîsa jî nedihişitin. Kesên hatibûn pêşwaziya me bikirana, wana jî xeber da. Dîsa nehiştin. Têl dan ser, bi wan re xeber dan, paşê hiştin. Difikirîm: Serokê me sînorên Kurdistana me baş dide parastinê!…

Ez hema ketim Kurdistanê, min got: ‘‘Fêrîk digot: ‘‘Kurd im, ku yî Kurdistan, ax dîl û bindesta min…’’. Ez jî dibêjim: ‘‘Kurdim, ku yî Kurdistan, azad û serbesta min…’’.

M.S.: Tu çûyî Lalişê jî.

F.C.: ‘‘Erê çawa…. hiqyatek bû…ziyareta me… (M.S. li ser van gotinan meta Firîde çavên xwe girt û demekê bêdeng ma. Qey bêjî bi xeyalan dîsa vegeriya cih û warê pîroz). Hikumekî pirr mezin ser min hişt çûyîna min Ziyareta me êzdiyan Lalişa Nûranî. Pîr Xidir hat pey me. Ji Duhokê hat Erbîlê, ji bo ku me bibe Lalişê. Bi rê ve heta sed ciyan me dan sekinandin. Pîr Xidir didîtin, rê li ber me vedikirin. Em çûn gundekî mezin. Gundê êzdiyan bû. Li malekê min dît, fotoyên Mesûd Barzanî û nemir Mûstafa Barzanî bi dîwêr ve bû. Jina malê digot: ez bi qurbana Barzanî bim. Ew li me xwedî derdikeve û diparêze. Min dêr dît. Gelek şaş mam, wexta gotin ku li wir xaçparêz jî dimînin. Li malekê min jina rûs dît. Ji Rûsyayê bû. Qal kir ku wexta Barzanî çûbû Rûsyayê, hinek bi rûsan re zewicîne û wan bi xwe re anîne Kurdistanê. Ji min hêvî kir, ku eger lingê min li Rûsyayê bikeve, ez silavên wê bighînim Rûsyayê, Moskovayê. Bi rastî pey re ez çûm Moskovayê û min borcê xwe qedand.’’

M.S.: Meta Firîde,em werin li ser jiyana te wek jineke kurd. Bêguman mezinbûna di malbata rewşenbîran de derfet daye ku tu bixwînî û piştre jî hevserê xwendî û helbestvan, ku tu di beşa xwe de kar bikî. Lê di nav me kurdan de pêşketina jinê gelek zor e: mêr qebûl nake. Tu û her wisa her çar xwîşkên te jî di warê xwe de serkeftî bûn. Lê eger ne siya Mêr bûya, dibe ku zêde pêş biketana?

F.C.: ‘‘Dibe jî. Dibe ku ez li mektebê nemama. Fêrîk got: ‘‘ Tenê Mekteb! Tu yê li mektebê kar bikî, çend saetan dersan bidî û vegerî malê’’. Min dixwest di rêya zanistî de kûr bibûma. Heyfa min ez di mektebê de mam…

Zînê kîmîk bû. Folmûlek derxistibû, ji bo çi lê vexwendibûn Japonyê. Mêrê wê Ahmedê Gogê nehişt.

Me her 5 xwîşkan tim alî hevalê xwe kiriye. Firîcê hemû mecal çê dikir li malê, ku Şekroyê Xudo rehet bi karê xwe ve mijûl bibe. Bi kar diçû ciyên dûr, bi rojan mal, zarok di stûyê Firîcê de bûn. Nûrê tim alî Tosinê Reşîd kir. Nazê tim li pişta Feyzoyê Egîd bû, ew jî bû matematîkekî navdar, niha li Rûsyayê di zanîngehekê de kar dike. Zînê tim alî Ahmedê Gogê dikir. Em her pênc jî di karê xwe de pêş ketin, lê belkî me bikaribûya zêde jî bikira…’’

M.S.: Dibêjin: ‘‘Piştî her mêrekî serkeftî jineka çeleng heye’’. Eger ne ewqas xebata te bûya, gelo Fêrîkê Ûsiv wê li gor helbestvaniya xwe bihata naskirin? Ji ber ku helbestvanên me yên pir hêja yên dema Sovyetê hene, ku kesek li mîrasa wan xwedî derneket û mixabin di nav gel de nehatin naskirin.

F.C.:  ‘‘Na, berî salan wî kêm nas dikirin. Ez çûm Duhokê, kesek wî nas nedikir. Li Êrbîlê min destanên wî da neşirkirnê. ‘‘Hesret’’ da neşirkirinê.

Min bi salan ew kar hilda ser xwe. Wek 6 salan ez bi diya xwe re dimam. Mezin bû, min wê xwedî dikir. Îja wê dikir gazî, ez jî di kaxet û pirtûkan de nuq bûbûm, ew aciz dibû. Lê min gerek bikira. Ew borcê min bû. Bavê min berî mirinê nivîsîbû: ‘‘5 pirtûkên min bêçapkirin mane. Gelo piştî min kesek wê xwe bide ber?’’ Min gerek bikira. Min ji diya xwe re got ku ez gotina bavê xwe dikim, li mîrasa wî hiştî xwedî derdikevim, wê êdî deng nedikir, bi saetan dihişt ku ez bixebitim. Carna min sponsor didît, lê bi piranî me bi kîsî xwe dikir. Gelek zor pêk dihat. Û piştî çapkirinê min hema diyarî dikir. Li ser xebata wan pirtûkan de rehmetiyê Çerkezê Reş gelek alîkariya min kiriye. Ew her wisa dostê malbata me gelek nêzîk bû. Bavê min gelek ji wî hez dikir…’’

M.S.: Min çiqas jinên rewşenbîran nas kiriye, dibêjin di malekê de bi kesayetiyekî wisa re jiyan gelek zor e. Jiyan bi helbestvan Fêrîkê Ûsiv re çawa bû?

F.C.: ‘‘Gelek çetin e. Rast e. Helbesta wî ‘‘Helala min ra’’ gelo we xwendiye?

Helala min ra

Û niha, wextê ez wa bêsehet

Dinelim nava telî-tengasiyê-

Bîra te kiriye min usa dilcet,

Bîra xemxûriya teye kinêziyê.

 

Ez gelekava hatim xapandin,

Dilê te êşand min nezan-nezan,

Lê axir min dît- ya here amin,

Ya here bedew- ew tuyî dîsa… (15.01.1996)

 

Ew helbest min paşî mirina wî dîtiye.

Şev-roj ji bo wî yek bû. Carnan di nîvê şevê de çira vêdixist û dest pê dikir, dinivîsî. Kê diwêribû dengê xwe bikira? Gerek meriv gazinan neke. Gelek bûyerên ecêb di jiyana wî de qewimî hene. Eşqa wî, carnan ji kesên dora wî ve, bi taybet ji aliyê civaka komûnîst ve nedihat fam kirin. Gelek car helbestên wî ji aliyê neyarên wî ve dihatin tercumekirin bi ermenî ku wî ji bo gotinên wî di dijîtiya ramanên sosyalîzm-komûnîzmê de gunehkar bikirana. Hey civînên nivîskarên kurda da derheqa van tişta da digotin, berevokên helbestên wî paşda didan… hemîn çavnebarî, ernûsî û nezaniya hinekan jî alîkî da ‘‘kar dikir’’. Çerkezê Reş, ku xêrxwazê Fêrîk bû, nivîsiye: ‘‘… û helbestvanekî mîna Fêrîkê Ûsiv, ku serdapê îsaf bû, dest neyara hergav dizêriya…’’

Pey re Fêrîk çû gund. Li mekteba gund dersê kurdî dida zarokan. Li mala gund dima. Tev jî çê dikir. Sûra dora mala xwe wî bixwe çê kir. Ez gelek car diçûm gund.  Hewşa me gelek xweş bû. Em bi hev re li hewşê rûdiniştin. Me li stêrk û ezmanan dinêrî. Fêrîk ji min pirsî: ‘‘ka bêje, hîv mîna çi ye?’’ Min got:‘‘Ma mîna çi ye? Hîv mîna hîvê ye.’’ Got: ‘‘Na. Mîna kila rûn e…’’ Helbesta wî jî li ser vê heye.

Hîveron

Vebûye ezmanê bi steyr xitxitî,

Mîna parzûnê şînî pitpitî.

 

Navda sîs dike hîva giloverr

Wek kila rûnê nivîşkîyî terr.

 

 

Him ba, him bende razane kûr-kûr,

Lê nizam bi çi heyr-hisreta dûr-

 

Vê şeva şîrin hêbet dizûkin

Yek sehê şevder, yek jî dilê min…

 

Fêrîk bengî dibû, îcar dihat ji min re digot. Ji min re qal dikir. Bavê min digot:‘‘Dilê poêtan wisa ye. Bengî nebin nikarin binivîsin. Hîn be, gerek wa be.’’ Min jî qedera xwe qebûl kiribû. Ji dûr ve yên xweşik didît, dinivîsî, paşê wexta nêzîk dibû, nas dikir, dihat poşman dibû ji bo helbestên xwe.

M.S.: Tim li ser hezkirina mêran tê nivîsandin. Lê li ser hezikirina jinê nayê nivîsandin. Çima? Jin hez bike , gerek bêdeng be?

Meta Firîde keniya û got: ‘‘Nizanim…’’ Paşê çend nimûneyên nivîskarên jin ên ermeniyan anî. Lê ji bo me kurdan tu nimûne nîn bû…

F.C.: ‘‘Ez hîn li mektebê bûm, wexta Fêrîk bi xwendkarên kurd ên din re dihat cem bavê min diçû. Wî çaxî wî ji min re helbest dinivîsî, îja min nîşanî hevalên xwe dida. Kêfa gişkan pê re dihat. Yek jî ji herfên navê min çê kiribû:

Fêza ewirada, li ser rûyê ezmîn

Royê geleştir, siteyrek zêrîn,

Îşiqê dide hertim ruhê min,

Dibiriqîne nêt û sewdê min…

Ew steyrk kîye? Ew jî hûn bêjin…’’

 

M.S.: Metê, lê te tiştek ji bo wî nivîsiye?

F.C.: ‘‘Min bîranînên xwe nivîsiye.’’

M.S.: Ew niha! Lê hingê?

F.C.:  ‘‘Hingê ma minê çi binivîsiya….’’

M.S.: Di vî emirî de ewqas xebat ne zor e?

F.C.: ‘‘Niha êdî nikarim. Îsal min 80 saliya Firîcê nivîsî, 105-saliya bavê xwe nivîsî. Min xwest 100 saliya diya xwe binivîsim. Materyal heye, min xwest bînim ser hev, 15 deqan xebitîm, êdî nikaribû. Êdî nikarim. Mezinbûn ya xwe dike…’’

M.S.: Metê, salek din 80 salên te temam dibin. Me îro tenê li ser Heciyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv xeber da. Di nav miletê me de tim wiha ye. Jin çi dike, ji bo navê mêr dike. Em werin li ser te û kesayetiya te. Niha wexta li pişt xwe dinêrî, te têra xwe jiya ye? Çi kir û çi dixwest hîn bikira?

F.C.: ‘‘Min xwend, kar kir, di warê xwe de xebitîm. Du zarok xwedî kir, mezin kir. Min dixwest kitêbên bavê xwe neşir bikim. Min kir. Min xwest defterên Fêrîk bidim neşirkirin, Fêrîk bidim naskirinê. Min kir. Çiqas ji min hat, min kir.’’

M.S.: Gotina dawiyê: ne wek qîza H. Cindî, ne wek jina F. Ûsiv. Wek Firîda Cewarî!

F.C.: ‘‘Ez dixwazim kurd bitifaq bin. Bavê min digot: ‘‘Di nav me de Beko zaf hene, loma jî em nabin dewlet.’’ Ez dixwazim ew Beko kêm bin, bi tifaq bin. Kurdistana me mezin çê bibe…’’

Marîna Siyabend

Ermenîstan
Jêder malpera mezopotamya