Serrûpel Nûçe Daxuyaniyek ji Firat Cewerî

Daxuyaniyek ji Firat Cewerî

Belav bike

 Ez bi rojan û bi mehan li navan difikirîm û dawiya dawî ez bi ser navê NÛDEMê ve bûm. Berî min ev nav di zimanê kurdî de tunebû. Min deh salan bi vî navî kovareke edebî derxist, kovareke wergerê derxist û weşanxaneyek bi rê ve bir. Bi demê re ev nav rûnişt û îro bi sedan navên keçikên kurdan NÛDEM in. Herweha gelek komên folklorê, komên teatroyê û şîrketan jî navê NÛDEM li xwe kirine. Vê dawiyê êdî çapemeniyê jî dest avêtiye navê NÛDEMê. Hin kovar û rojname bi vî navî derdikevin û hin navendên nûçeyan bi vî navî ava bûne. Bêyî ku ew destûrê ji min bixwazin, an jî wek nezaket haya min bigihîninê ew navê NÛDEMa min bi kar tînin. Bêguman ez bi xurtbûna çapemenî û weşangeriya kurdî pir kêfxweş dibim, lê divê ez mikur werim ku ez ji ber bênezaketiyê jî xemgîn im.
Gelek canik û camêr bawer dikin ku ez xwediyê van dezgehên weşanê me, na hevalno, ez bi tenê xwediyê navê NÛDEMê me…

Digel rêz û silavan

Firat Cewerî