Serrûpel Dosya Jan Dost: 75 deqe li gel Hesenê Metê

Jan Dost: 75 deqe li gel Hesenê Metê

Belav bike

Îro, li ser mijara “xesandina rûhî” û bêdengiya intelektuelên ne apocî ku min ew mîna nivîsekê di malpera avestakurd de belav kiribû, me bi rêya telefonê 75 deqeyan subhet kir. Bi zimanekî nazik û bilind hevalê min ê kurd/swêdî argumentên xwe pêşkêş kirin. Ewî di nuqteyekê de ez girtim û bi rastî jî hişt ez biponijim û hesabin nû ji peyvên xwe re bikim, li wir ez pê hisiyam ku wî zora min bir û ez jî li xwe mukur hatim û min gotê a te rast û a min şaş! Lê di mijara bêdengiyê de, ez zêde iqna nebûm, erê ez jî dizanim ku dengê rewşenbîrekî “reben” nikare gulleyekê rawestîne, qêrîna nivîskarekî nikare bibe derziyeke Kortîzonê, lê ew qêrîn û dengderanîn dikare bingeha hişmendî û mentelîteyeke nû di civakê de biafirîne. Ez di wê baweriyê de me ku fikrên niha yên bûne nirxên mirovayetiyê hemûyî, encamên qêrîn û raman û banga bi sedhezaran ronakbîr û nivîskar û fîlosof û hunermendan e. Wek mînak, “Demokrasî” ne pîvazeke qeşafrtiye ji me re ji ezmanan daketiye erdê û weha gelek tiştên din. Ew berhemên xebata rewşenbîrên wijdansax û hişvêketî û wêrek in.
Erê; nivîskarê me yê mezin, Hesenê Metê bi awayekî kubar, medenî nêzîkî mijarê bû, em di gelek nuqteyan de gihane hev û di hinan de jî na, û niha ez bi hêvî me ku ew axaftina wî bibe nivîsek ku tevaya civakê sûdê jê werbigire, çiku ev mesele ne ya Jan Dost û Hesenê Metê û Şahînê Bekirê Soreklî û çend ronakbîrên din tenê ye, lê ew ya hemî civaka kurdan e, belkî tew ya hemî civakên mirovan e.

Jan Dost