Serrûpel Nûçe “Tirkiyê û Emerîka nahêlin Kongre çêbibe”

“Tirkiyê û Emerîka nahêlin Kongre çêbibe”

Belav bike
Bayik wiha got: Dîsa hêzên mêtinkar, sîstema modernîst- kapîtalîst, îktîdarên faşîst û despot ên Rojhilata navîn ji bo ku pirsgireka kurd çareser nebe hewl didin. Bi taybetî jî ji bo ku çareseriyekê ku kurd azad dike nê, hewlê dimeşînin. Ji bo vê yekê jî mudaxaleyê vê kongreyê dikin. Dibêjin ku heke kongre bê kirin jî, divê li gor me bê kirin. Dibêjin heke hûn derê çarçoveya ku me diyar kiriye derkevin, em ê qebûl nekin. Li Kurdistanê jî hin hêz henin ku mînak di serî de KDP tê, dixwazin di çarçoweya wan de kongre bê li darxistin. Lê em vê kongreye ji bo ku Dewleta Tirk, Dewleta Îran û Dewleta Emerîkayê razî bikin çênakin. Em dixwazin ku kongre xizmetê li mirovahiyê û gelê Rojhilata Navîn re bike. Daxwaza PKKê ew e.