Prosêsa dîmokrasiyetê di cîhana pêşkeftî û hevçerx ya evro û danana modêrinîzimê da, qonaxa here pêşkeftî ya sîstemê nû tê peyrewkirin.
Gelek keyfxoş û dilşadim, demê ew coş û xiroş min dîtî ji bo her partiyek û layenekî ji bo lîsta xwe kar dikir û di rojhlata navîn da kurdistaniyan ew sîmayê dêmokrasiyet û modêla pêşkeftî ya xwe dida nîşandan.
Bi êminahî û aramî û bê arîşe tewawbûna prosêsa helbijartinan, destkeftên meznin ji bo pêşvebrin û dabînikirina dahatekê geşitir bo kurdistanê.
Hemî çavdêr û lêkolerên dûvçûna helbijartinên 21.09.2013 ê li kurdistanê kirîn, didine diyarkirin ku prosês bi rengekê rast û rewa birêve çû.
Ango di cîhanê da şer’yeta xwe stand, komsiyon jî danpêdan kir bê arîşe û bê fişar û bê sexetkarî ligel keş û hewayekê tena da ef
prosês serkeft.Ji bo milletê me bi gişitî ev serkeftin cihê xoşhaliyê ye. Girîng nîne kê çend deng birin. Lê li vêrê ev xala min divêt amaje pê bikim, ew layê negetîv yê jiyana siyasî ya kurdistanê ye eva li şarê Silêmaniyê tête rêkxistinikirin.
Raste Partî Dîmokratî Kurdistan serkeftina herî mezin li vê
prosêsê da bidest xist, lê belê çewa Partî Dîmokratî Kurdistan erkê wê xizmeta Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye û ligel vê çendê jî pêşxistina doza Kurd û gehişitin bi hemî armancên netewî û avakirina dewleta netewî ye, herwesa erkê wê ye li beramber wan têgehên çewt raweste ku dibine egerên astengkirin û parçekirina hizira netewî.Tiştê min têbînî kirî, karê Gorran berdewamiya karê (YNK)ê yê berê bû ye, li ser hindê bûye kar ji bo têgeha pêşxistina Silêmançiyetê bihête kirin.
Em hemî şanaziyê bi dîroka pirserwerya Silêmaniyê dikin, şanaziyê bi qehremanên Silêmaniyê û çavnetirsî û biwêriya Silêmaniyê dikin, şanazî bi zana û rewşenbîr û hozanvan û şoreşger û hemî hêjayên vî şarî dikin. Em herwesa şanaziyê bi wê pêşkeftina sosyal ya xelkê Silêmaniyê dikin.
Belê bi gişitî ev taybetmendiyane milkê tev Kurdistanê ne, ji çarçêwê Silêmaniyetê derbas bû ye û moralê her take kesekê kurd e. Lê belê ramana vê çendê nagehînît şarê Silêmaniyê kurdistan tev bît. Em dişêyin bêjîn Silêmaniyê şarê herê pêşkeftî yê kurdistanê ye, ji bo vê çendê jî rêzdar Nêçîrvan Barzanî her zoyi hewl da Silêmanî bibe paytexta rewşenbîrî yê kurdan û li kabîna Heftem serokê hikûmetê di perlemanê da pejrand û hikûmetê jî biriyar li ser da.
Ev geme û yariya guran diket diviya xelkê xuşewîstê şarê Silêmaniyê têbigehît yariyeke bi hest û sozên wan û (tecrîdeke) ji kurdistanê û kurdistaneyetê û heman dem da jî tehlîkeyeke mezine ji bo yekrêzî û yekgikrtina kurdistanê ya netewî ye. Her yek ji şarên kurdistanê xudanên pir taybetmendiyên pir şanazî û giran bihane; lê çênabe her şarek di nava xwe da bi taybetmendiyên pir şanazî yên xwe, xwe rêk bêxe û êdî diywarên mukum li dora xwe çêket û her şarek û xelkê wê bi tena xwe bimînin û bi têgehên şarperestiyê kar bikin.
Heram nîne wekî hemî xelkên dîtir em stûna netewperstiyê ya kurdistanê bilind bikin.
Belê kurdistan ne şareke û kurd jî nek bi tenê xelkê şarekî ne.
Min careke dîtir divêt bêjm ev çende pêşiya her partek û rêkxistin û xelkekî berprsiyariya partî û kadirên partiyê ye kar ji bo hindê biken, evroke herêma kurdistanê heye û hemî bajêrên me pêkve wê kurdistanê pêk tînin û Hewlêr evroke paytexta Kurdistanê ye û eve cihê şanaziyê ye ji bo hemî bajêrên dii yên başûrê kurdistanê, Kerkûk, Silêmanî, Duhok, Mûsil. Parçên din yên kurdistanê jî şanaziyê bi vê çendê dikin.
Pêdiviye danana siyasetê di çerçeva bajarçiyetî û deverçiyetî da bihê dadgehkirin.
Hewldan ji bo serkeftina dûmahîkê nebe serkeftina şarekî, lê dibe serkeftina Kurdistanê.
Pêdiviye herdem di bîra me de be, eger em yek bin, em dê bi hêztir bin; eger em parçe bibin yan cuda bibin, em dê lawaz bikevin.
Rêjîn Ezîz Weysî Banî
Master di Yasayê de